Civak

Barzanî: Divê bûyerên weke ya Geliyê Zaxoyê dubare nebin

Serokê Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de ku, li malpera fermiya serokatiya herêma Kurdistanê hatiye weşandin, dibêje ku, pêwîste karesatên xembar yên weke wê ya li Geliyê Zaxoyê qewimî dubare nebin.

Barzanî di peyama xwe de dibêje ku, xelkê xebatkerê serbilindê Zaxoyê roleke mezin di şoreş û qurbanîdanên gelê kurd de hebûye.

Serokê Kurdistanê dibêje ku, cîyê mixabiniyê ye her sal bûyerên bi wî awayî li Geliyê Zaxoyê diqewim in û dibin sedemê êş û azaran bo xelkê Zaxo.

Roja 18ê vê mehê li Geliyê Zaxoyê ji encamê bûyereke tirafîkê  7 kes mirin û 11 otomobîl jî şewitîn.

 

Ev li jêr teksta peyma serokê Kurdistanê:

Bi xem û kovaneke mezin ve êvariya roja çarşemiyê (18.12.2013) ji encama bûyereke diltezîna tirafîkê û agirpêketina li ser rêya Zaxo – Dihok hejmarek hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarekî din jî birîndar bûn.

Pir ji dil serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê karesatê dikim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê rûdawê dixwazim. Xelkê xebatgêr û serbilindê Zaxo rolekî bilind di şoreş û qurbanîdanê li gelê Kurd de hebûye. Cihê daxeyê salane rûdawên bi vî awayî dibê sedema azardana xelkê qehreman û şehîdperwerê devera Zaxo. Pêwîste dam û dezgehên peywendîdar hemû hewlên xwe bixin holê ku karesata diltezîna geliyê Zaxo êdî dûbare nebê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.12.2013

Back to top button