Civak

Em PDKT fermî avadikin

 Li Diyarbekir ji bo damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye civînek di navbera kesên ku partiyê damezirînin de pêktê.

Li ser vê yekê berdevkê vê tevgerê M.Emin Kardaş li gel medyayê axivî.

Kardaş di axavtina xwe de got: Em pêwîst dibînin ku bi navê Kurdistanê partiyekî ava bikin. Em dixwazim bi nasnama xwe pirsa xwe ya netewî derêxin pêş û siyasetê bikin. Ji bo vê jî pêwistî bi navê Kurdistanê heye.

Kardaş da xuyakirin ku ew naxwazin kesekî biêşînin dixwazin doza mafê xwe bikin û got: Kurd xwediyê vê axê yê esîlin. Kurd ne ji deverek din hatine û li ser vê axê cihbûne. Em ne wekî kesên dinin. Dê di partiya me de jin, ciwan  û hemû aliyên ciwakî dê cih bigrin.

Kardaş da xuyakirin ku PDK li Başûr mutefiqê wan û diyaloga wan bi hevre heye. Di vê derbarê de Kardeş got: PDK Iraqê mutefikê me yê destê yekem e. Hêzbûna wan me keyfxweş dike.

Ji bo BDPê jî Kardeş got: BDP di bin wesayetê de ye.Îrada wan ya azad tuneye.Heta wek îro jî negotine ku ew partiya kurdane. Ew xwe wek partiya Tirkiye didin nasandin. BDP partiya sistemêye, lê em partiyek kurdin. Ji bo vê cewaziya me heye.

Kadaş da xuyakirin ku, piştî civîna wan dawî werê, ewê bi navê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye serî li wezereta navxwe bidin ji bo bibin partiyek yasayî.

Back to top button