Polîtîk

Hevpeymaniya navdewletî bersiva îdiayên medya Erebî dide

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ragihand ku, rewşa wan ya li Herema Kurdistanê, Sûriye û Iraqê de ti guhertinek çênebûye û li Herema Kurdistanê bingeheke serbazî ya nû nehatiye avakirin.

Di hinek ajansên Ereb û navdewletî de nûçe hatibûn belavkirin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de ya li dijî DAÎŞê, Bingeha Serbaziya Herîrê ya li Hewlêrê nû kiriye û berfirehkiriye.

Di derbarê mijarê de li ser pirsa Rûdawê, Maseya Çapemeniyê ya hevpeymaniyê bersiveke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “mîsyona Yekîtiya Hêza Erka Hevpar – Operasyon Bibiryarî ya Xwezayî nehatiye guhertin. Hevpeymanî li heremê bingehên nû yên serbazî ava nake. Di avahiyên heyî de xebatên çêkirina rûtîn ên ji bo temîrkirin, parastin û başkirinên gelemperî hene.”

Hevpeymanî di daxuyaniyê de tekez kir ku di derbarê ji holê rakirina DAÎŞê ya li Herema Kurdistanê, Iraqê û Suriyê bibiryar e û wiha berdewam dike “ Hevpeymanî ji bo ku DAÎŞê têk bibe dê piştgiriya wê ji bo hevkarên wê berdewam be. Hevpeymanî li Hewlêrê bo ku şêwirmend rasterast têkilî û hevahengiya hêzên Pêşmerge bikin navendek hate damezrandin. Wekî din, bi riya Fona Hînkirin û Alavê (CTEF) ji bo ku şiyanên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê pêşbixe piştgirya amûr û darayê dide.”

Maseya Çapemeniyê ya Hevpeymaniyê di derbarê alikariya Pûşmergeyan hêzên ewlehiya Iraqê de jî dibêje “Di Cotmeha 2020an de bi bihayê 4 milyon dolar, di Mijdara 2020an de jî 6 milyon dolar alab û amûrên serbazî bexş kirine.Di Berfenbara 2020an de ji 40î zêde otomobîlên serbazî teslîmî pêşergeyan kirine. Hêzên Hevpeymanî ji 2015an vir de 850 milyon dolar alîkariya Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê kirine.”

Back to top button