PDK di derbarî şerê Tirkiye û PKKê li devera Garê û herweha di vê derbarê de îdiyan PKKê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştiya Kurdistanê ragihand. PDK dibêje: PKKê şerê Tikriyê di nav axa Tirkiyê de nekiriye û berdewam reviyaye û xelkê din li pey xwe kişandiye başûr û PDKê tawanbar dike, ev yek ne rast e.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxûyaniya xwe de dibêje:
Derbarê şer û pevçûnên di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de, dîsa Koma Civakên Kurdistan (KCK) di daxuyaniyekê de, dest bi belavkirina derew û bêbextiyan li dijî PDKê kiriye.
Jibilî ku em dibêjin ew gotin û tohmetên bê bingeh, nerast in, herwiha em tekez dikin ku ti pêwendiya PDKê bi nakokî û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de, tune ye. Ya rast ew e ku PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê kişandiye nav axa Herêma Kurdistanê û alozî û tevlihevî û nearamî veguhestiye nava Herêmê. Ku PKK şerê Artêşa Tirkiyê li nava axa Tirkiyê nake û hertim direvin û xelkê li pey xwe tînin, baş e PDK çi tawanek kiriye?
Em dîsa tekez dikin ku ti pêwendiya PDK bi van şeran tune ye û PDK qet rê li pêşiya PKKê negirtiye ku şerê xwe bike yan na. Eger şer bi PKKê nayê kirin û hertim direvin, qet ne gunehê PDKê ye û bila dest ji wan tohmetên bêbingeh berdin. PKK bi xwe jî baş dizane ku eger destê PDKê bi rastî di wan şeran de hebûya, dê PKK di rewşeke xerabtir de bû.
Em dibînin ku baştirîn çareser ji bo wê nearamiyê ew e ku PKK bela xwe ji Herêma Kurdistanê veke û êdî nebe sebeba nearamî û xerakirina jiyana xelkê Herêma Kurdistanê.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê PDKê
11.2.2021