PolîtîkRojev

Ne mimkine li gel HDPê tifaqê bikin!

HDPê di van demê dawî de li gel hinek partiyên Tirkiye havdîtina dike. Di vê çerçovê de daxwaz a hevdîtinê li IYI Partiyê kiriye.

Di derbarê kirina tifaqe kî de li HDPê serokê IYI Partiyê Meral Akşener vekirî û zelal axivî.

Akşener got:

Li gora dîtina me HDP li tenişta PKKê ye. Ne raste ku mirov Kurda li tenişta PKKê bibîne.Li Tirkiye hilbijêr ji çi etnîtesê bin û olî bin ew ne karkerê kesekîne. Îro dengê xwe didin partiyekî, sibehî dikarin bidin partiyek din. Ez dîtina ku her kesê dengê xwe dide HDPê wek aligirên PKKê ne qebûl nakim.Ez vê yekê red dikim.

Li Tirkiye zimanek a siyasetê ecêb peyda bûye. Ewên ku îdia dikin mafê Kurda diparêzin,Ji bo sistema serokkomariya xwe berdwam bikin hemu cureyî îftirayê dikin û xwe Tirk dibînin û di sewiyek bilin de vê yekê dikin.Em dixwazin tişta maqûl bikin.Zimanê Erdogan û Bahçelî jî bikin zimanek maqûl.

Rastiyeke ku Selahattin Demirtaş di nava terorê de ye.Lê ez bawerim ku, Demirtaş zûtirîn dem bê dadgehkirin û bigihê encamekê, dê ji bo Tirkiye baştir be.Kesek tawanbar bê jî dema demek dirêj girtî dimîne tawanên heyî berbiçav nayê girtin û hêdî wek pirsek wijdanî li meselê dinêrin û huquqa Tirkiye zererek mezin ji vê yekê dibîne.

Dewsa birêz Erdogan biaxivê bila fermana dawîkirina vê pirsgirêkê bide. Ji bo girtina HDPê MHP gelekî vekirî daxwaza xwe dibêje .Lê rêya huquqê vekiriye,Komita revebira MHPê dikare biryarê bide birêz serokê giştê dikare serî li dadgeha bilind ji bo girtina HDPê bide. Birêz Erdogan jî di derbarê HDPê de diaxive, lê tu hewladanên wan tuneye û ne çalakin, axavtinên vale ne. Em li ser ferzêmahala na axêvin û rê nadin xelkek derkeve derve(çiya)… Ne mimkine ku em li gel HDPê tifaqê kî bikin.

Back to top button