Hevdîtina HAK-PAR û YNKê
Heyeta HAK-PAR’ê ji bo beşdariya 13. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê hatin başûrê Kurdistanê û îro digel Endamê Polîtburoyê YNK’ê Mela Baxtiyar hevdîtinek pêkanî.
Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel û heyeta digel wî ji bo 13.Kongreya PDK’ê bi awayekî fermî hatin vexwendin. Serok û heyeta HAK-PAR’ê li başurê Kurdistanê peyvendiyên xwe yên digel partî û saziyên sivil didomînin.
Li gor daxuyaniya malpera fermî ya HAK-PAR’ê îro li bajarê Silêmanîyê digel endamê Polîtburoyê Mela Baxtiyar hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de li ser pêşketinên başurê Kurdistanê û guhertinên li ser Tirkiyeyê hate guftûgokirin.
Di hevdîtinê de ji bo bandora Tevgera Kurd ya li ser pêvajoyê , pêwîstiya yekbûyîn û alîkariyê hate diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HAK-PAR li başurê Kurdistanê digel partî û rêxistinên din re jî hevdîtinê girîng pêkbînin.