Civak

Serok Barzanî sersala kocî pîroz kir

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Salvegera hîcreta serwerê me hemûyan hezretî Mihemed (silavên Xwedayê mezin lê bin) û hatina sala 1432 ê, sala nû ya koçî, li sercem misilmanên cîhan, Iraq û gelê Kurdistanê pîroz dikim û ji Xwedayê dilovan daxwaz dikim ku sala nû ya me bibe sala aştî, aramî, pêkve jiyan, asûdeyiya civakî, bercestekirina mafê mirov, dadperwerî, birayetî, pir xêr û bereket be. Sala rizgarbûna ji diyardeya teror û tundutîjiyê be li jêr hikûmetekî hevbendiya nîştimanî ku niha em bi hemû aliyan re hewl didin pêkbînin û parêzgerî li wekhevî, destkeft û zêdetir pêşxistina herêma Kurdistanê jî li hemû waran da bikîn armanca xwe ya serekî.

Pîroz be salvegera hîcret
Pîroz be sersala kocî

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
29 zilhice 1431 koçî
05.12.2010 zayînî

Back to top button