Kujera ev dewlet avakiriye
Bi kurtahî hinek ji gotinên Hasan Cemal evin:
“ Heta wek îro li Tirkiye leşkeran bi sere xwe kar kiriye. Ferman ji kesekî nesdandine û her dam û dezgehên dewletê di bin xwe re dîtine. Leşkeran ji bo xwe hinek xetên sor danîn û dezgehên ku van xetan biparêzin di nav dewletê de peydakirin. Cara yekeme ku hukumetek ji aliyê xelkê ve hatî hilbijartin derketiye û dibêje, veca bese em jî demokrasiya xwe bighînin astê welatên Ewropî û dest avêtiyê berjewendiyên leşkeran niha li Tirkiye qiyamet ji vê derdikeve. Hêdî leşker dê girêdayê otorîta sivîl bin.“
“ Pirsgirêk gelekin, ya herî xerîb ewe ku beşek ji sivîlan leşkeran, ji leşkeran gelektir dibarêzin, lê Tirkiye ketiye rêyek rast û dê leşker wesayeta xwe winda bikin“
“ Di bigehê xwe de pirsa mezin ya avakirina dewletêye. Gotin emê dewletekî deynin dê navê wö Tirkiye bê, û emê neteweyekî ava bikin dê navê wê netewê Tirk be. Ev bû gava yekem ku dewletek netewî avabikin. Hewldan ku her kesên misilman bikin tirk. Di serî de xwestin kurdan bikin tirk û li ser vê yekî sala 1924-25-ê de qanûna islahata şerqê derxistin.“
“ Kujeran ev dewlet avakirine û rolên mezin leyiztine. Ev kujerên demokrasiyêne.Heta niha 15 hewldanên kuştina serokwezîr Tayib Erdogan hatine kirin.Eger em bixwazin vî welatî hesanî îdare bikin, divê em derbasî demokrasiyê bibin.“
“ Em çikas dîroka xwe ronî bikin dê ewkas pêşiya me jî ronî bibe û rê li pêşiya me vekirî be. Di avakirina cumhuriyetê de kesên kujer hene“
Taraf: Werger Rojevakurd