Polîtîk

Hêvdîtina Bexda û Hewlêr girîng e

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser hin babetan geheştin hin encaman. Li herêma Kurdistanê di navbera Bexda û hewlerê de tîm hatin ava kirin bo meseleya deriyên sînor û balefirxane û hin babetên din ên bi karê wezareta navxwe ve girêdayîne.Barzanî ragehand: ‘’Wek hikûmeta herêma Kurdistanê em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlerê bigehe çareseriyekê biryara me heye. Biryare piştî vê civînê jî dê civînên din pêkbên. Lîsteya fermanberan me rêkiriye Bexdayê û hêvîdarim em bigehin encamek baş.’’Li ser vexwandina Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: ‘’Belê vexwandina serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî geheştiye me, lê emê di şandeyê de amade bin yan na nizanim, ji ber dibe ku em li Davosê bin.’’Derbarê xwe vekêşandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî got: ‘’Xwe vekêşana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya ji hikûmetê li gor me baş nebû û di demek ne guncaw de bû û ne li gor berjewendiyên gelê Kurdistanê bû. Lê birayên ku heta naha erkê wezîriyê kirin ez pir spasiya wan dikim ji ber xizmet û dilsoziya wan.’’Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê helbijartinan de jî got: ‘’Ji bo helbijartinê jî min name ji parlamentoyê re nivîsand û helwêstê me diyare ku helbijartin di dema xwe de bê kirin. Emê li gel komîsyon û parlamentoyê jî bicivin û biryarekê bidin. Wek hikûmet jî em erkê xwe dê berdewam bikin.’’Barzanî ragehand: ‘’Peyvendiyên me di asta jor de li gel Bexda hene û ez bawerim dê ew peyvendî zêdetir jî bibin. Hêvîdarim baştir jî bibe û çareseriyan jî li gel xwe bîne.’’Derbarê vekirina balefirgehan de jî, ragehand di hevdîtinên li Hewlêrê rêkeftinek hatiye îmza kirin, lê divê serokwezîr jî bipejirîne û hin tiştên fennî hene ku girêdanek dualî bi hev re hebe û piştî wê jî dê balefirgeh vebin.Derbarê budceya 2018ê ya Iraqê de jî Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê got: ‘’Helwêsta Kurdistanê aşkera ye û daxwaza me mafê me çiye ew bê teqez kirin. Ne ji wê zêdetir, ne jî kêmtir.’’ 
Back to top button