CîhanPolîtîk

Amerika: Efrîn ne di bin desthilardariya me de ye

Amerika di derbarê êrîşkirina Tirkiye ya li ser devera Efrînê daxûyaniyek da û dibêjin Efrin ne di bin desthilatdariya me de ye.Berdevkê hêzên hevpeymanan ya li dijî Daişê ku Emerîka serkêşiya wê dike, Rayan Dîlon got, tu pêwendiya wan bi êrîşên Tirkiyê re tune ye li ser Efrînê, Efrîn li derveyî sînorê hêzên hevpeyman e.Dîlon her wiha ragihand ku, ew navçeya ku artêşa Tirkiyê dixwaze operasyonî têde pêk bîne, li derveyî sînorên berpirsatiya Hevpeymaniyê Navdewletî ye.Ji aliyek din Tirkiye amadebûnek mezin kiriye ku êrîşê Efrinê bike. Di vê derbarê de dilgiraniya xwe ji bo helwesta Amerika daye kifşkirin. Lê dixweyê Amerika şûnve gav avêtiye û li ba YPGê li Efrinê xwedî dernakeve.Ji xwe berî demekî Rusya ji YPGê daxwaz kirîbû ku Efrînê wek hinek deverêîn din radestî hêzên rejima Suriye bike.Dixweyê bi awayekî YPGê ji Efrînê dertêxên. Amerika, Rusya û Tirkiye di vê derbarê de hatine ser yek dîtinekî.

Back to top button