Hevpeyvîn

Heta niha kesî navê vî şerî lê nekiriye

Li Kurdistana Bakur aliyên siyasî di derbarî şerê dewletê û PKKê de çi dibêjin. Gelek aliyên siyasî di vê derbarê de dîtinên xwe gotine. Lê gelosedemê vî şeî çîye? baş nehatiye zelal kirin. Ji bo vê Rojevakurd çend pirs kirin.. Li şer û bûyerên li Kurdistana Bakur di derbara şerê heyî de, Rojevakurd ji aliyên siyasî çend pirs kirin.Serokê giştî yê PDKT birêz M.Emin Kardas bersiva pirsên Rojevakurd da.Rojevakurd: Gelo ev şerê li Bakur ji nûve destpêkirî, çerê çîye û şerê kiye?M.Emin Kardaş: Heta niha kesî navê vî şerî lê nekiriye, ev şerê demokratizasyonkirina dewleta Tirk din ava PKK û hikumete Erdoxan deye. Rojevakurd: Miletê Kurd feydê yan zererê ji vî şerî dibinê? çewe?M.Emin Kardaş: Ev şer ne di berjevendiyê Kurdıstanê deye. Ew netewa Kurd dixê nava eloziyeke mezin û doza netewa Kurd bi dehan salan bi paşve dixê. Rojevakurd:Di vî şerî de hun dikarin helwesta dewletê û PKKê binirxînin?M.Emin Kardaş: Em dizanin Tırk ji bona çî şer dike! Ew metingeriya xwe di parêzê. Lê ez şerê PKK fam nakim bê ji bo çiya. Ew dibêjê “Em dewletê naxwazin,bi Ala Tirkan re û bi sînoran re tu pirsgirêken me nînin. Naxwe hûn ji bo demokrasiya Tirkan xortên Kurd bo çî didine kûştin. Rojevakurd: Rola HDP di van bûyeran de wek partiyek ku 80 kursî destve anîne çîye?M.Emin Kardaş: HDP bi hevkariya Cumhurıyet mîtînglerî. Çalakiya Gêzî Parki û çepgirên Tirkan re li ser dijitiya Erdoxan di hilbijartina 7 Hezîranê de 80 parlemen bi dest xist.1-Armanc ev bû ko Kurd bi rejîma Mistefa Kemal re entegre bibin.2-Doza netewa kurdistanê berteref bikin .3- Hat diyarkirin ko Kurdên bakûrî dibin badora HDP/PKK dene û HDP/, PKK jî dibin bandora sosyalîstên Tirkan dene, sosyalîstên tirkan jî dibin bandora Kemalîzmê dene.Em PDKT li ser berjewendiyên netewa Kurd hewl didin, ji her dua liyan jî em xetek cüda ne. Ev şer ne şerê dewletê û kurda ye ev şerê PKK û Akparti yê ye.Silav û rêz .21.08.2015Mehmet Emîn KARDAŞSerokê Giştî yêPARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA

Back to top button