Dosya

Teksta axavtina serokwezîr di merasima vekirina ofîsa YE

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û Yana Hîbaşkova sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, di merasimeke bijarte de ofîsa koordînatoriyê ya Yekêtiya Ewropayê li Hewlêr hat vekirin.Di merasimê de ku, hijmareke konsul, nûner û diplomatkarêm welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê û wezîr û parlamenterên Kurdistanê amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.Ev li jêr teksta peyva serokwezîr:Amadebûyên birêz, mêvanên ezîzÊvara we baş û hûn hemû bixêr bênBirêz sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraq, xatûn Yana HîbaşkovaBirêz konsul, diplomatkar û nûnerên welatên biyanî li herêma KurdistanêEz kêfxweş im ku li vir digel we yên birêz di merasima vekirina ofîsa koordînatoriyê ya Yekêtiya Ewropayê li herêma Kudistanê beşdariyê dikim. Ev demek dirêj bû em li benda vê pêngavê bûn.Serdana xatûn Fedrîka Morgînî weke nûnera balaya Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê hokarek giring bû ji bo biryardan li ser vekirina vê ofîsê bi awayekî fermî li herêma Kurdistanê. Diyare zêdekirina hijmara nûneratiyên biyanî li herêma Kurdistanê bo 33 nûneratiyan, rengvedana erênî ya siyaseta vekiriya herêma Kurdistanê ye bi rûyê cîhanê ve bi liberçavgirtina bingehên rêzlihevgirtin û berjewendiyên hevbeş e. Li gor me Yekêtiya Ewropayê pêkhateyek nîne ku bi tenê ji bo xwe bixwe bijî, Yekêtiya Ewropayê li nav cîhanê û li nav êkonomiya cîhanê dijî û hebûna xwe îspatkiriye.Em dizanim ku Yekêtiya Ewropayê tecrûbeya xwe bi tenê ji bona baştirkirina mercên êkonomî û bazirganî bikarnaîne, lê belê li deveyî tixûbên xwe, ji bona parastina mafên mirovî û bilindragirtina buhayên demokrasiyê, bi cidî kar dike. Li sertaserî cîhanê welat fêdey ji bername û alîkariyên însanî yên Yekêtiya Ewropayê werdigirin. Têkeliyên Yekêtiya Ewropayê digel herêma Kurdistanê dîrokek erênî û baş heye, ji ber hindê vekirina vê ofîsê li Hewlêrê, dê bibe hokarê hevahengiyeke baştir digel tev saziyên Yekêtiya Ewropayê.Herêma Kurdistanê fêdey ji tecrûbe û şarezayîya Yekêtiya Ewropayê werdigire, bi taybetî di warên serweriya qanûnê, demokrasiyê, mafên mirovî, dabînkirina îmkanan û bihêzkirina rola jinê di nav hikûmet û di nav civakê de mifay werdigire.Ne bi tenê di warê bihêzkirin û parastina bingehên demokrasiyê û rêzgirtin li mafên mirovî û xurtkirina pirensîpên serweriya qanûnê, lê belê di warê berhemanîn, êkonomî û bazirganiyê jî de dikar alîkariya me bike. Bi vî awayî herêma Kurdistanê dikare bi hevkariya Yekêtiya Ewropayê êkonomiya cîhanê ber bi pêş bibe û asta xwe di warê xwandin, saxlemî û jîngeparêziyê û enerjiyê de bilind bike, çunkî geşepêdan, bi manaya wê ya berfireh, hêvênê pêşkeftinên dîrokiyên her miltekî ye û aleteke ji bona rizgarbûna mirovê hevçerix ji destê hejariyê, nedariyê û sitemkariyê. Yekêtiya Ewropayê dikare di warê rûbirûbûna terorê û berhingarbûna terorîzmê de zêdetir hevaheng û hevkara me be.Baştirkirina sîstema hukimdariyê armanca me ye, ji ber hindê herêma Kurdistanê bi nafê xwe dizane zêdetir mifay ji armanc û destkeftiyên rêkeftinameya hevbeş werbigire ku Yekêtiya Ewropayê li 11ê gulana sala 2012ê digel hikûmeta federaliya Îraqê îmza kiriye.Li ser asta siyasî jî, Yekêtiya Ewropayê dikare roleke girintir bilîze di pêşvebirina pirosesa siyasî li Îraqê û lihevnêzîkirina aliyên isyasî ku tevaya pêkhatan di pirosa siyasî de beşdar bin bi armanca çespandina sîstema nemerkezî ku bi qenaeta me di vê qonaxê de baştirîn rêya çareseriyê ye ji bo awayî hukimdariyê li hemû Îraqê.NB-EU3__2015_08_23_h21m0s18__SEBirêzanHerêma Kurdistanê bi dirêjahiya tixûbê xwe di nava cengek dijwar de ye li dijî terorîstên DAÎŞ, ew rêxistina ku hurmetê ji tu buhayên mirovî nagire. Pêşmergeyên me yên mêrxas, bi nûneratiya cîhanê, şerê wan terorîstan dikin û ji bona parastina canê timama şêniyên herêma Kurdistanê, ji hemû pêkhateyan, hevwelatî û koçberan li herêma Kurdistanê û li deveyî sînorên Kurdistanê, xebat û bergiriyê dikin. Em daxwazê ji Yekêtiya Ewropayê dikin li ser piştevanîkirina pêşmergeyê Kurdistanê di warê meşiq û rahînan, çek û cebilxaneyê, wergirtina birîndarên li herêma Kurdistanê nahên çareserkirin, berdewam be, ev yek jî rêzgirtineke ji xebat û qurbanîdanên pêşmergeyî aza û qehreman.Hemû alî agadarin ku ji sedema cenga DAÎŞê, zêdetir ji yek milyon û heşt sed hezar mirov weke penaber û koçber hatine herêma Kurdistanê û pêşwazî li wan hatiye kirin û hemû hatine hewandin. Vê yekê jî, bi rastî, kirîzeke însanî ya mezin dirust kiriye, hikûmeta herêma Kurdistanê nikare bêy alîkariyên herêmî û navdewletî, li dabînkirina emniyet û pêşkeşkirina xizmetan û dabînkirina pêdawîstiyên esasî û giring berdewam be. Me, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, bi hemû îmkanên xwe xizmet û alîkariya penaber û koçberan kiriye, lê pêwîstiya me bi piştgiriya berdewam ya navdewletî heye.Neteweyên Yekgirtî di konferensa xwe ya Biruksilê li emha hizîranê sala 2015ê de ragehand ku, ji bona berdewamiya bernameyên wan li Îraqê, pêwîstî bi 500 milyon dolaran heye. Welatên Yekêtiya Ewropayê beşdariyeke bi bandor li ser pêşkeşkirina alîkariyên însanî hebûye û ji bona wê alîkariyê em careke din sipasiya Yekêtiya Ewropayê dikin û daxwazê jê dikin zêdetir alîkariyan pêşkeş bikin û pêwîste hikûmeta Îraqê û dewletên herêmî û rêxistinên anvdewletî cidîtir di hewara koçber û penaberan bên.BirêzanEz dixwaz im ji vê derfetê îstîfade bikim û îşaretê bi pirsa jênosîdaya dijî kurdên êzidî û pêkhateyên enteweyî û olên din bikim ku, ji aliyê grûpa terorîstiya DAÎŞ hatîne encamdan. Heta niha gelek gorênbikom hatine dîtin ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ ev hatine encamdan. Di roja 13ê vê mehê de merasima veşartina termên 67 qurbaniyên destê DAÎŞ li mezargeha Şerefedîn li Şingalê beşdar bûm. Heta niha li devera Şingalê 12 gorênbikom hatîne dîtin û tê çaverêkirin digel azadkirina Şingalê hijmara wan gorênbikom zêdetir bibe.Jibilî tawanên revandin û firotina keç û jinan û kuştina zarok û kalan. Ev karesatên mezinin û çênabe civaka navdewletî li hember wan karesatan bêdeng bimîne.Piştî wan tawanên hovane û nemirovane yên rêxistina terorîstiya DAÎŞê, hikûmeta herêma Kurdistanê, bilezgînî, ji bona şopandin û komkirina belgenameyan û bidekomentkirina wan tawanan û bilindkirina wan bo dadgeheke navdewletî weke dadgeha Lahay, komîteyek pêkanî. Em daxwazê ji Yekêtiya Ewropayê dikin, ji bona bijênosîdanaskirina tawanên DAÎŞê, li ser asta navdewletî, di warê manewî û siyasî de hevkariya me bike.Em daxwazê ji komisyona balaya Yekêtiya Ewropayê dikin bi awayekî fermî û bi rêya endamên xwe, ji bona wergirtina vê dosyeyê û lêkolîna wan tawanên û cizakirina wan yên ku ew tawan kirine, daxwazê ji dadgeha navdewletî li Lahay bike. Ev yek dê, heta dereceyekê, xem û kovanên malbatên qurbaniyan û gelê Kurdistanê û mirovatiyê li sertaserî cîhanê kêm bike.Em vê derfetê minasib dizanin sipasiya welatên Yekêtiya Ewropayê bikin ku, li ser piştevanîkirina pêşmerge li cenga dijî çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞ bêy destnîşankirina demê ji bo bidawîanîna hevkariyan, berdewam e. Em kêfxweştir dibin eger hevkarî û piştgiriya Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê zêdetir bibe.Li dawiyê, ez dixwazim sipasiya xatûn Yana sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê bikim ku di demka karkirina xwe de roleke baş di pêşvebirina têkeliyan lîstiye û em serkeftinê ji karê wê yê nû re dixwazin.Di heman demê de pîrozbahiyê li birêz Patrîk Jeysen dikim bi minasibeta destbikarbûna wî weke berpirsê ofîsa koordînatoriya Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê û ez dixwazim careke din tekîd bikim ku hikûmeta herêma Kurdistan ji bo hemû hevkariyan amadeye.Gelek sipas23.08.2015

Back to top button