Heso û Beso

   
 
 Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran, bi tevî sêwî û bêmalan, ji xeynî papaxgeniyan.
 
Dibêjin, di dewir û zemanekî de, du destebira hebûne. Navê yekî Heso û navê yekî jî Beso bûye.  Herdu destebira ji bo debara xwe, diçin bajarê Stenbolê û li ser avahiyan dixebitin.
 
Mehek, du meh di ser wan re derbaz dibe, herdu di rojên betlaneyê de diçûn li  nava bajêr digeriyan.
 
Dîsa rojek ji rojên betlaneyê, Heso û Beso
ji xwe re kolan û bi kolan digerin, di koçeyekê de rastê xêniyekî  tên; xêniyekî mezin e û deriyên wî jî heya dawîyê vekirî ye…
 
Ew xanî pir bala Heso û Beso dikişine, hema herdu bi heve re dikevin hundir, dibînin ku li wirê gelek kanî hene, ji henek kaniyan  ava sar û ji henekan jî  ava germ diherike.  Heso dibêje:
–         Kuro Beso were Xwedê da me.
 
Heso û Beso kincên xwe derdixin û dişon,  av li xwe dikin û xwe jî têr dişon. Dû re gava kincên wan ziwa dibin, kincê xwe li xwe dikin. Û radibin dikin ku ji xanî derkevin, zilamek bi wan ve derdikeve, tê cem wan û dibêje:
–         Sehet be, we têr serê xwe şûştiye. Ji kerema xwe re, êdî bihayê serşoya xwe bidin.
 
 
Heso û Beso şaş û matmayî li hevûdu dinêrin. Bi wan pir zor tê ku mêrik bihayê avê ji wan dixweze, ji ber ku av li gundê wan herwe (belaş) ye.
 
 Heso dibêje:
–         Beso!
 
Beso dibêje:
–         Lebê.
 
Heso dibêje:
–         Ka perê camêrî bideyê.
 
Beso çiqas sewta wî heye dibêje:
–         Lo lo looo, lo lo looo, lo lo looo.
 
Mêrik hêrs dibe û dibêje:
–         Heyran hûn mecbur in, dive hûn bihayê serşûştina xwe bidin.
 
Heso disa dibêje:
–         Kuro Beso!
 
Beso dibêje:
–         Lebê
 
Heso dibêje:
–         Tu çima perê mêrikî nadiyê?
 
Beso dibêje:
–         Ez didimê, lê ew nagire!
 
Mêrik dêna xwe didê ku nikare bi serê wan bixe, dibêje:
–         Werin em herin ba Qazî, bila qazî vê dawê safî bike.
 
Hersê bi dû hev dikevîn û diçin. Di rê de bilûrvanekî tê rastê wan. Meşa wan bala Bilûrvan dikişîne, li wan dinêre û dibêje:
– Slav ji we re, xêr e we daye pê hevdu, wisa hûn bi kû ve diçin?
Xwedyê hemamê bi hêrs dibêje:
–         Ev herdu mêrik,  hatin li hemama min,  serê xwe şûştin û veşûştin, lê bihayê şûştina xwe nadin. Ez jî wan dibim ba Qazî, bila qazî vê dawê safî bike.
 
Bilûrvan ji Heso û Beso re dibêje:
–         Bira hûn çima perê vî camêrî nadinê?
 
Heso dibêje:
– Welle em didinê, lê ew hilnagire.
 
Bilûrvan dibêje:
–         Çawan nagre ka careke din jî bidenê.
 
Heso dibêje:
–         Beso, perê mêrik bideyê!
 
Beso destê xwe dixe qulêlka guhê xwe û diqêre:
–         Lo lo looo, lo lo looo, lo lo looo.
 
Ev newa (melodi) pir li xweşê bilûrvan diçe û hema zûzûka bilûra xwe derdixe û ew jî  li gor wê newayê li bilûra xwe dixe û dibêje:
–         Tû lû lûû, tû lû lûû, tû lû lûû.
 
Bilûrvan xwe bi  xwe de dibêje: “Ez ê jî bi wan re herim, da ez bêtir hînê vê newayê bibim”. Bilûrvan dide li pêy wan û diçe.
 
Bi qasekî dimeşin, vê carê daholvanek rastê wan tê. Deholvan  silav dide wan û dibêje:
–         Xêr e? We daye pê hevdu, hûn bi kû ve diçin?
 
Hemamvan dibêje:
–         Çi xêr e! Ev herdu mirov hatin li hemama min têr sere xwe şûştin û bihayê serşûştina xwe nadin, ez jî wan dibim ba Qazî.
 
Daholvan li Heso û Beso dinêre û dibêje:
–         Kuro ma camêrî weha ye?  Hûn çima perê vî mirovî nadinê?
 
Heso dibêje:
–         Em didinê, lê ew hilnagire!
 
Daholvan şaş dimîne û dibêje:
–         Çawan hûn didinê, ew nagire? Ka careke din jî bidinê, wê ew negire?
 
Heso dibêje:
–         Beso, deynê mêrik bideyê.
 
Beso destê xwe dixe qulêlka guhê xwe û diqêre:
–         Lo lo looo, lo lo looo, lo lo looo.
 
Hema bilûrvan bi lez û bez li bilûra xwe dixe û dibêje:
–         Tû lû lûû, tû lû lûû, tû lû lûûû.
 
Ev awaz li daholvan jî xweş tê, hema ew jî li dehola xwe dixe û dibêje:
– Dim dim, dim, dim dim, dim û dim.
 
Deholvan jî  wek Bilûrvan difikire û dibêje: ”Ez ê jî bi wan re herim, da ez baş hinê vê newayê bibim, da ez di dewetan de lêxim.” Deholvan jî dide pêy  wan û diçe.
 
 
Ew zilam tev li riya xwe diçin û didomin, digêjin ba qazî.
 
Qazî dinêre ku wê daholwanek, bilûrvanek û sê mêrik li pêş wî ne, bi meraq li wan dinêre û dibêje:
–  De bêjin ka derdê we çi ye?
Hemamvan dibêje:
–         Îro ev herdu mêrik, hatin li hemama min serê xwe têr şûştin û bihayê serşûştina xwe nedan.
 
Qazî dibvêje wan:
–         Kuro hûn çima perê mêrikî nadinê?
 
Heso dibêje:
–         Welle em didinê, lê ew nagire.
 
Qazî dibêje:
–         De carek bidinê, ka ew çawan nagire.
 
Heso dibêje:
–         Beso, perê mêrikê bideyê.
 
Beso çiqas sewta wî heye, dibêje:
–         Lo lo looo, lo lo looo, lo lo looo.
 
Hema bi lez bilûrvan li bilûra xwe dixe û dibêje:
–         Tû lû lûû, tû lû tû lûû, tû lû tû lûûû.
 
Deholvan li dehola xwe dixe û dibêje:
–         Dim dim dim, dim dim dim, dim dim dim.
 
Ev awaz pir bi Qazî xweş tê, ew jî herdu destên xwe radike jorê û dest bi reqsê dike û dibêje:
– Tî lî lîî, tî lî lîîî, tî lîîî.
 
Hema li hemamvanî vedigere û dibeje:
– Heree! Kurê kerêê, ma êdî te çi divê?
 
Yasemîn ELBAN


 

Nerîna min :