Polîtîk

Ji Lozana duyemîn re na

Ev meh, ji bo me Kurdan meheke reş e. Ji ber ku ew peymana bû sedemê hemû nexweşîyan di 24ê vê mehê de hat îmze kirin û ev 90 sale 24ê vê mehê ji bo me roja reş e.

Di dîroka me de gelek rojên reş hene. Lê sedema reşbûna piranîya van rojan, 24ê tîrmehê ye.

Di 24ê tîrmeha 1923an de, dewletên dagirker û hêzên navnetewî li ser Peymana Lozanê li hev kirin û welatê me perçe kirin. Her perçeyek dan bindestê dewletekê.

Lozan, bû sedema Helepçe û Enfalê. Loazan, bû sedema Koçgirî, Zîlan, Diyarbekir, Dêrsim û Roboskîyê. Lozan, bû sedema Mehabad, Dr. Qaimlo û dardakirinên Kurdan. Lozan, bû sedema Sinema Amûdê, bê nasname mayîna Kurdan û hemû nexweşîyên ku îro li Rojava didomin.

Gunehkarên van sûcan, hemû alîyên Peymana Lozanê ne. Wan Kurdistanê perçe kir û gunehê wî di stûyê hemûyan de ye. Divê îro ew vê şaşîya xwe rast bikin û alîkarîya me bikin, ji bo em serxwebûna welatê xwe bi dest bixin.

Îro, hindik maye wextê Peymana Lozanê biqede û dewletên dagirker dixwazin bi destê Kurdên xwefiroş vê peymanê nû bikin. Dixwazin Lozana duyemîn çêkin.

Em bangê li hemû Kurdan dikin. Werin em di vê roja reş de cilên reş li xwe bikin. Werin em di vê roja reş de şîn girêdin. Werin em bi milyonan Kurdên ku di vê 90 salê de hatine kuştin bi bîr bînin. Lê tiştê herî girîng ewe ku divê em doza serxwebûnê li hemû alîyên Lozanê bikin û li dijî Lozana duyemîn helwestek zelal nîşan bidin. Divê em bi yek dengî biqîrin û bibêjin “Ji Loazana duyemîn re na!” Divê em neyin lîstika Lozana duyemîn û heta vê lîstikê xera bikin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê, hemû alîyên Lozanê şermezar dikin û dozê li wan dikin ku divê îro, ji bo serxwebûna Kurdistanê piştgirî bidin me. Ji ber ku wan Kurdistanê perçe kir. Di heman demê de em li dijî hewldanên Lozana duyemîn in. Em dîyar dikin ku emê perçeyên vê lîstika qirêj teşîr bikin û emê li dijî vê lîstika wan derkevin.


TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

Back to top button