Teknîk

Herêma Kurdistanê satelîtek berdide asîman

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevkarî digel kompaniya (Yahsat) ya Îmaratê lêdixebitin ku, satelîtek berden asîman û bi rêya wê satelîtê kanale Tvyên satelît yên kurdî û herêmî pexiş bikin û di bin kontirola hikûmeta herêma Kurdistanê de be.

Di civîneke navbera wezîrê rewşenbîrî û gêncan yê hikûmeta herêma Kurdistanê û heyeteke kompaniya Yahsat a îmaratî, li hev kir ku, satelîtek taybet bi herêma Kurdistanê berden asîmanî û wêstgeyekî peywendî bo kanalên Tvyên satelîtên herêma Kurdistanê ava bikin.

Di civînê de, Kawe Mehmud wezîrê rewşenbîriyê Kurdistanê ev pêngava kompaniya Yahsat bilind nirxand û biryar da ku, digel aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê, rêvebiriya ragehandinê ji bo serxistina pirojeyî, hevahengiyê bike.

 

Weke tê zanîn kompaniya Yahsat ya îmaratî yek ji kompaniyên şareza û pispor di warê piroyên satelît de ye û xwediya du satelîta ye Yahsat 1 û Yahsat 2.

Balkêş e ?
Close
Back to top button