Ji bo nefta Kurdî hêleke nû ava dikin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo nefta Kurdî bigihînin bazara cîhanê biryarê dane ku xet û hêleke nû ya nefta Kurdî ava bikin. Ji bo vê hêla nû destpêka sala 2014 an de amadekariyên avakirinê destpêdikin.
Li gor agahdariyên ku rojnameyeke Tirkî nivîsiye, li vê serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê ya Tirkiye û hevdîtinên wî yên li gel Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê û Recep Tayyip Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê bi girîngî behsa enerji û uzeyê hatiye kirin û her wiha behsa Rojavayê Kurdistanê jî kirine.
Li encama van civîn û hevdîtinan de her dû alî biryar dane ku li gel hêla luleyên neftê yê kevin hêleke nû ya neftê li tenişta ya kevin ava bikin. Her wiha hatiye ragihandin ku amadekariyên vê hêla nû li destpêka sala 2014 an de dê destpê bike.