CivakRojev

Hemû piştgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Di têkoşîna wan a bo rûbirûbûna çewsandin, neyeksanî û nedadperweriyê de, ez hemû piştgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 08.03.2021, li hejmara xwe ya Twitterê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan bi germî li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Di têkoşîna wan a bo rûbirûbûna çewsandin, neyeksanî û nedadperweriyê de, ez hemû piştgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim. Hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.”

Salane roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan tê bibîranîn û pîrozkirin. Di wê rojê de li seranserê cîhanê bi boneya destkeftên siyasî, civakî û aborî yên jinan, aheng tên sazkirin.

Li çar perçeyên Kurdistanê jî çalakiyên cor bi cor bi boneya vê rojê tên encamdan. Lê îsal ji ber şewba Coronayê û rêkariyên taybet bi rêgirtina li wê şewbê, encamdana hemû cor çalakî hatine qedexekirin.

Dîrok û çawaniya destpêkirina Roja Cîhanî ya Jinan;

Diyarkirina roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan piştî wê tê ku yekem car Yekîtiya Jinên Demokrat li Parîsê di sala 1945an de kongreyek saz kir. Li gel wê jî dîroka diyarkirina 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan nakokî li ser e û hinek kes di wê baweriyê de ne, dîroka wê rojê vedigere ku li Amerîkayê jinên karker ji bo bidestxistina mafên xwe grevek encam dabûn.

Piştî çend sal, hewl û têkoşîna jinan, rêxistin Netewên Yekgirtî razî bû bi wê ku salane rojek bi wê boneyê bê diyarkirin. Lewma sala 1977an daxwaz ji welatan kir rojekê bo bibîranîna “Roja Cîhanî ya Jinan” destnîşan bikin.

Di encamê de Roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan hat destnîşankirin û jin li seranserê cîhanê di vê rojê de ji bo bidestxistina mafên xwe xwepêşandan û çalakiyan pêk tînin.

Back to top button