Nivîsar

Serdana Papa Ji bo Kurdistanê

Ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve çend din (ol) û bawerî, çendîn grûbên netewî bi avayek fermî tên qebûlkirin. Tu kesekî ji ber baweriyên xwe olî yan, ji ber koka xwe neteweyî nayê mehkûmkirin.

Abit Gürses

Îro Papa Franciskus serdana Hewlêre, paytexta pêkvejîyana olî, netewî û kulturî kir. Bi gotina wî, Papa, serdana “axa û pîroz” kir.

Papa ji alîyê Serokê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokvezîr Mesrur Barzanî û Serok Mesud Barzanî va bi avayek germ hat pêşevazîkirin.

Ji alîyê rêberê olî ya Katolîkên Cîhanê ve binavkirina Kurdistana Başûr wek, “axa pîroz” cîhê serbilindayî ya hemû Kurdistaniyan û hêzên pêşmergeyên qehreman e, ku ev xaka pîroz tev bi hemwelatiyên wê bi Misilman, Filleh, Êzdî, Şebek ve parastiye.

Bêguman ev kultura pêkvejîyana ku li Kurdistanê bi cîh bûye, welatê me kiriye hêlînek germ û sengerek parastî ji bo mirovên lê qewmayî; ji kultura qedîm ya milletê Kurd û ji pêşengê nemir Mustafa Barzanî dertê.

Divê em destnîşan bikin ku berdewambûn û kûrtirbûna vê kultura pêkvejîyanê de, rola rêzdar Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, rehmetî Celal Talabanî bi taybetî PDK û partî û berpirsên din jî gellek giringin.

Mûkemmel nebe jî herkes baş dizane ku li Kurdistana Başûr di navbera grûbên neteweyî, olî û kulturî cûdabûn, dijatî, serdestbûn, bindestbûn nîne.

Dema şerê DAIŞ’ê de dîsa dîyar bû. Ji xeynê Kurd û Ereban, bi sed hezaran fillehên Iraqê (Aşuri, Suryani, Keldani) xwe gihandin nav hidûdên Kurdistanê, li wir star bûn.

Ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve çend din (ol) û bawerî, çendîn grûbên netewî bi avayek fermî tên qebûlkirin. Tu kesekî ji ber baweriyên xwe olî yan, ji ber koka xwe neteweyî nayê mehkûmkirin.

Li dinyayê, bi taybetî di Rojhilata Navîn de van bist, sîh salên dawî de fanatîzma olî û neteweyî zêde bûye! Li Balkan, li Yugoslavya kevin, li Afganîstan û Pakîstan li Yemen bigre ta Suriye, Iraqê bigre ta Lûbnan, li Tirkiye bigre ta Çeçenistan…

Ji sala 2003an vir de li Iraqê di navbera misilmanên Şîa û Sunnî de, di navbera Misilman û Xiristiyanan de, di navbera Misilman û Êzidiyan de bi deh hezaran însan hatine kuştin.

Lê deverên di bin kontrola Hikûmeta Herema Kurdistanê de di navbera grûbên olî û neteweyî de tu dijminatî an jî li ser bingeha olî û netewî tu kuştin û dijminatî ne qewimî ye. Belê gellek mihawele hatin kirin lê bi ser neketin! Ev xisûsiyet, ev taybetmendiya Kurdistana Başûr li dinyayê de deng vedaye!

Hatina Papa bo Kurdistanê li saya serê vê taybetmendiya Kurdistanê ye. Berpirsên fermî û civaka sivîl çiqas pesna xwe bidin, mafê wan heye!

Kurdistana Başûr di gel ku ji gellek alîyan ve hem daxilî, hem jî xaricî di bin tehdîdên cûr be cûr de ye, dîsa jî bûye modelek pêkvejîyan ê! Divê ev taybetmendî bê parastin, divê ev taybetmendî ji bo parçeyên din ê Kurdistanê jî bibe model!

Seremoniya ayînî ya bi hezaran xiristiyanên Kurdistanê û Iraqê li Stadyuma Franso Herîrî -ku bibû qûrbana terora îslamîstan-  li Hewlêra paytext, bi serpereştiya Papa Franciskus peyamek pirr zelal û bi hêz e ji bo hemû cîhanê!

Bila dinya alem baş bizanibe, di nîvê Rojhilatanavîn de, di nîveka gola xwûnê de, Kurd welatek aram û ewle, welatek pêkvejîyanê ava dikin!

Herweha divê dinya alem qiymeta vê welaté bizanibe û biparêz e!

Mirov dikare serdana Papa ji bo Kurdistanê ji gellek alîyan ve binirxîne. Ji hemûyan giringtir, li welatekî misilman de, bi beşdariya bi hezaran kes ve, rêvebirina merasîmek ayînî ve Papa ji bo hemû dinyayê peyamek da, ew jî ev e: Di nîvê Rojhilatanavîn de welatek ava dibe, navê wê Kurdistan e! Li wî welatî de her kes dikare li gor baweriya xwe îbadeta xwe bike!

Bi organîzekirina vê serdanê ve, Hikûmeta Herema Kurdistanê gavekî gellek mezin avêt. Ev gava hêja li dîplomasiyê de, dê pirr deriyên girîng ber Hikûmeta Kurdistanê de veke!

Divê em Serokê Herema Kurdistanê kek Nêçîr û hemû berpirs û dezgehên ku vê serdanê organîzekirine pîroz bikin. Spasiya xwe pêşkeşî cemaata xiristiyanên Kurdistanê jî bikin.

Back to top button