CivakRojev

Em piştevaniya rola aktîv a jinên Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dûpat dike. Em piştevaniya rola aktîv û şayeste ya jinên Kurdistanê dikin di warê cuda cuda yên civakî û saziyên hikûmetê de.

Di peyama Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Beşdariya jinên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û rûbirûbûna sitem û dagirkeriyê de, havênê şanazî ye û jinên Kurdistanê her dem nimûneya qurbanîdan û xweragirî û rijdbûna li mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûn.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di roja 8ê Adarê de, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrobahiyên herî germ li jinên Kurdistanê û cîhanê dikim. Em bi pêzanînê li xebat û têkoşîna jinên Kurdistanê dinêrin ji bo wekhevî û dadperweriya civakî.

Beşdariya jinên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û rûbirûbûna sitem û dagirkeriyê de, havênê şanazî ye û jinên Kurdistanê her dem nimûneya qurbanîdan û xweragirî û rijdbûna li mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dûpat dike. Em piştevaniya rola aktîv û şayesteya jinên Kurdistanê dikin di warê cuda cuda yên civakî û saziyên hikûmetê de, di çarçoveya dakokîkirina me ya li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî, ber bi arasteyî jiholêrakirina tundî û çespandina bingehên wekhevî û lêborîna di nav malbat û civakê de.

8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz be

Hêviya serkeftinê ji bo xebata jinên Kurdistanê dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Back to top button