Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, diyar kir ku eger Îran rêya dîplomatîk red bike hemû bijarde li ser masê ne û got: “Emê rê nedin ku Îran şerê atomî bi dest bixe”.

Blinken di Civîna Siyasetê ya 2023an a Komîteya Karûbarên Giştî yê Îsraîlê (AIPAC) de axivî.

Blinken, bal kişand ku hevkarîya di navbera Îsraîl û DYA de li hemû qadên jiyanê derbas dibe û hevkarîya di navbera hukûmetan de bi têkilîyên bi navbera gelan xurt dibe.

Blinken, bal kişand ser wê yekê ku rêvebirîya Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo pêşdebirina peywendîyan berdewam dike û got: “Têkilîya Îsraîl-Amerîkayê bi pabendbûna Amerîkayê ya ji bo ewlekarîya Îsraîlê tê ewlekirin. Ev pêbendbûn nayê gotûbêjkirin”.

Blinken, da zanîn ku Amerîka alîkarîyên leşkerî û darayî ji Îsraîlê re dişîne û her du welat tetbîqatên leşkerî û lêkolînên pêşketina hevpar dikin û got: “Her ku Îsraîl bi hêztir bibe, Amerîka wê ewletir bibe” wî. 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: