PolîtîkRojev

Hakan Fîdan bû Wezîrê Derve

Hakan Fîdan ê ku 13 salan serokatîya Teşkîlata Îstîxbarata Tirkîyê MÎTê kir û bi eslê xwe Kurdê bajarê Wan ê ye, bi fermî bû Wezîrê Derve yê Tirkîyê.

Hakan Fîdan wek sindoqa girtî ya Serokkomar Erdogan tê naskirin û hem di siyaseta navxweyî û hem jî di siyaseta derve û têkilîyên bi dewletan re zîrek û xwedî serpêhatî ye. Fîdan hem di mizakereyên aştî yên bi PKK re û hem jî di pûçkirina Cemaeta FETO de rolek sereke lîzt. Herweha ji ber ku serokê MÎTê bû têkilîyên wî yên bi dewlet û îstîxbaratên wan re xurt in.

Hakan Fîdan wek mirovekî nerm û aqlêselîm tê destnîşankirin. Di têkilîyên bi Herêma Kurdistanê re wê gavên çawa bavêje û helwestek çawa bistîne helbet girêdayî têkilî û helwesta Erdogan e.

Back to top button