
Deriyê Sînor ê Pêşabûr (Sêmelka) yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de bi awayekî fermî hat vekirin.
Rêveberê Derîyê Sînor ê Pêşabûr Şevket Berbuharî diyar kir ku derîyê sînor yê di navbera her du alîyan de bi awayekî fermî hat vekirin û got: “ Gelê Herêma Kurdistanê, Rojava û gelên biyanî hemwelatî û karsaz dikarin derbas bibin“.
Berbuharî, diyar kir ku li gor sîstema berê kesên ku dixwazin di deriyê sînor re derbas bibin dikarin serlêdana online bikin û piştî wergirtina erêkirinê dikarin derbas bibin.
Berbuharî her wiha got ku deriyê sînorî ji deriyên bazirganiyê re hatiye vekirin. Deriyê Sînor ê Pêşabûrê di sala 2013an de bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkarîya gelê Rojava hat vekirin.