
Lêborîn piştî hêrsbûnê hem li ser mexdûr û hem jî li ser sûcdar bandorek erênî û cidî dike. Lêborîn ji mexdûran re nîşan dide ku kesê din ji wan fam dike û rêz digire.

Nûrî Çelîk
Dinyayek bê xeletî û insanên bê xeletî tuneye. Ji ber xwezaya me, ne mimkin e ku em xeletîyan nekin. Dîtin û qebûlkirina kêmasî û xeletîyan, qebûlkirina serneketin û têkçûnan, û di encamê de lêborînxwestin û bexşandin erdem e, ne piçûkanî lê mezinahî ye.
Lêborînxwestin ji rêzgirtin yan jî edebiyatê wêdetir tê. Her çiqasî lêborîn nikare xeletîyên ku hatine kirin ji holê rake jî, lêborîn di kêmkirina zehmetîyên ku piştî van xeletîyan li benda têkilîyan in pir bi bandor e. Lêborîn piştî hêrsbûnê hem li ser mexdûr û hem jî li ser sûcdar bandorek erênî û cidî dike. Lêborîn ji mexdûran re nîşan dide ku kesê din ji wan fam dike û rêz digire. Di heman demê de, dide xuyakirin ku yê xeletîyan dike, êdî wek tehdît û xeter nayê dîtin. Digel vê yekê, ji bilî xurtkirina empatîya di navbera sûcdar û mexdûr de, gavên pêşîn dikarin ji bo saxlemkirina hestyarîya ku ji bo dîtina pêwendîyan hewce dike bên avêtin. Lê belê, her gav ne hêsan e ku meriv lêborîna rast bixwaze. Carinan em nikarin lêborîna rast bixwazin yan jî di lêborînê de em rastî hin astengîyan hestyarî û hişmendîyê tên.
Lêborînxwestin diyardeyek e ku di temenê pêşketinê de tê fêrkirin û bi taybetî ji hêla dê û bavan ve tê teqezkirin da ku di civakê de têkilîyên saxlem saz bikin. Lêborîna rast hêmanên wek berdêl, poşmanbûn û dilpakîyê dihewîne. Li gor lêkolînan çar astengîyên qonaxa lêborînê hene.
1-Sûcdar û mexdûr hevdu fêhm dikin û hevdu dibexşînin
2-Sûcdar bahwer dike ku lêborîn wê zirarê bide nav û dengê wî û ewê pê piçûk û bêqîmet bibe.
3-Sûcdar difikire ku lêborîn wê tû encaman nede û ewê neyê bexşandin
4- Tunebûna hest û hestyarîyê
Ev her çar qonax di kesayetîya insên û lêborînxwestina wî de bandorek erênî û neyênî dike. Ji ber vê, gelek sûcdar newêrin yan jî li xwe danaynin ku di encama xeletîyên xwe de lêborînê bixwazin.
Kesên ku kêmtir ji xwe bahwer in û bêhtir mexdûr in, bi heman awayî ji lêborînê dûr dikevin. Di vê qonaxê de, faktorên herî girîng yên ku di dûrketin yan rûbirûbûnê wan de bandorê dilîzin, kêmbahwerî, kêmhişmendî û xirûr e. Kesên xwedan bahwerî, dilovanî û hişmendîya bilind û yên ku dikarin xwe wek xwe bipejirînin, ji lêborînê dûr nasekinin ji ber ew dizanin ku pejirandina sûcdarîyê wê wan neke mirovek xirab.
Astengîyek din a lêborînê nebûna hestyarîyê ye. Dema meriv ne hestyar be, his û hestên meriv kêm bin yan tunebin, meriv bi êşa kesên din nizane û nikare empatîyê jî bike.
Di civakên paşdemayî û bindest de lêborînxwestin wek sûcekî mezin û giran tê dîtin. Yan jî lêborînxwestin neketiye nav çanda wê civakê û ne bûye adet. Yek ji wan civakên bindest û paşdemayî jî helbet civaka me Kurda ye. Em Kurd ne gihane asta wê medenîyeta ku xeletîyên xwe bibîne, qebûl bike û lêborînê bixwaze.
Mesela min li ser Hevserokê HDP ê berê Selahattîn Demîrtaş û lêborîna wî bû.
Selahattîn Demîrtaş her çiqasî di rabirdûya xwe de xeletîyên mezin li hember Kurdan kiribin jî (piştgirîya şerê xendekan, li dij derketina serokkomarîya Erdogan û binpêkirina fersenda ku ketibû destê Kurdan), siyasetmedarekî zîrek, wêrek û xwedî feraset e. Lêborînxwestina wî ya ji ber xeletîyên HDP feraset, nefspiçûkî û mezintîya wî nîşan da. Demîrtaş bi mêranî lêborîna xwe ji Kurdan xwest û demkî be jî dev ji siyaseta çalak berda.
Îcar pirs û meraqa min ev e:
Ev serok û rêvebir, dînazor, kadro û kesên ku xwe wek rewşenbîrên Kurd didin pêş û 40-45 sal in ji xirabkirinê pê ve, ji gotin û lavlavê pê ve, ji berberî û zimandirêjîyê pê ve tiştek nekirine, wê kengî pêl nefs û xirûra xwe bikin û ji ber sûcdarî û gunehên ku li hember Kurdên Bakur kirine lêborînê ji Kurdan bixwazin?