Helwesta şeredarê Pîranê tifaqa DEM’ê ya bi partiyên Kurdan re asteng kiriye.

Felat Aygoren sala 2019. Ji HDPÊ wek şeredarê Pîranê a Diyarbekirê hate hilbijartin.Piştre derbasî AK Partiyê bû. Çiroka ku ew derbasî AK Partiyê bûyî serpêhatiyet bi sere xwe ye.Hat eşkerekirin ku, di van hilbijartina de rê li ber tifaqa DEMê bi partiyên Kurdistanî re girt.
Li Amedê Felat Aygoren ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji tifaqa HDP’ê ya bi partiyên Kurdistanî re weke Şaredarê Pîranê hatibû hilbijartin û piştre derbasî AK Partiyê bû, derket holê ku di vê hilbijartinê de tifaqa Kurdan a DEM’ê asteng kiriye.
HDP ku paşmayiya DEMê ye, di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de 5 kotaya şaredariyên navçeyan da partiyên Kurdistanî yên ku pê re tifaq kiribûn. Li navçeya Şanliurfayê ya Halfetî û navçeya Çatakê ya Wanê qeyûm tayînî şaredariyên kirin. Ji bo şaredariya ku partiyên îtîfaqa kurdan li navçeya Erganiyê bi dest xistibûn qeyûm hat tayînkirin û Şaredarê Pîranê jî piştî hinek îdiayan derbasî AK Partiyê.
Aygoren ku di rêveberiya HDPê û binkeya wê de nerehetiyeke mezin derdixist, bi dengên HDPê hat hilbijartin û piştre derbasî AK Partiyê bû û ev yek jî rê li ber tifaqa hilbijartinên herêmî ya DEMê û partiyên Kurdistanî ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024ê girt.
Ahmet Kaya şeredarê Erxaniyê bû, dewsa wî de qayum hate tayinkirin.Dadgehê biryar da ku Kaya bê tawane. Kaya piştre bû hevserokê Partiya Mirov û Azadiyê. Kaya ji medyaya CEGA re axivî û diyar kir ku DEM Partî ji bo hilbijartinên herêmî yên bê li tifaqa Kurdan nanêre û sedema nerehetiya ku Şaredarê Pîranê yê ku derbasî AK Partiyê bûye.