Cardin hewldan êrîşê balefirxaneya Hewlêr bikin

Li gora daxûyaniya Dijeterora Kurdistanê, şevîdin demjimêr 21.07ê de dronek nêezik balefirxaneya Hewlêr hatê êxistin.
Drone bombekirîbû, armanca dronê balafirxaneya navdewletî ya Hewlêr bingehê hêzên hevpeymanî bû.
Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 05:05 ê serê sibeha Şemiya 16.1.2024 jî, sê dronên bombekirî hatibûn pûçkirin û êxistin, ku arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.
Herweha gelek êrîşên dî jî ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ku armanca wan bingehên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ne.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.