Polîtîk

Teter: Çareseriya pirsgirêkên navbera Tirkiye û PKK ne Herêma Kurdistanê ye

Parêzgarê Dihokê Elî Teter diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên navbera Tirkiye û PKK ne li Herêma Kurdistanê ye û got: “Bila kêşeyên xwe li cihên ku jê tên çareser bikin”.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro di daxuyaniya xwe de behsa nakokiyên navbera Tirkiye û PKKê yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê kir. Teter got: “Çareseriya pirsgirêkên navbera Tirkiye û PKK ne li Herêma Kurdistanê ye, divê pirsgirêkên xwe ji cihên ku jê tên çareser bikin”. 

Elî Teter daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku cihên xelkê Herêma Kurdistanê wek deverên nakok bi kar neynin û got: “Ev şer ne şerê me ye, qada şer diyar e. Ji kerema xwe gelê me nekin qurbanê pevçûnan”. 

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku medyaya PKK nûçeyên derew li ser êrişa Hêzên Pêşmerge li navçeya Amêdî ya Duhokê belav kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê re radigihînin ku îro şervanên PKK li herêma Amediye ya ku bi dehan kîlometre dûrî Tirkiyê ye bêyî ku rêzê li saziyên fermî û destûrî bigire şer dike. Herêma Kurdistanê derbasî xala kontrolê ya hêzên Zêrevanî bû û piştre bi mûşekan êriş lê hat kirin. Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî jî xwe paraztin”. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku însiyatîfa PKK yek ji wan êrîş û kiryarên ku ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û wiha hat gotin: “Mixabin ew bûne parçeyek ji komploya herêmê ya li dijî Herêma Kurdistanê”.

Back to top button