Peyama serokê Kurdıstanê bi minesebeta 25 saliya kîmyabarankirina Helebçe:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta bîst û pêncemîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd da hevsoziya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên wê karesata diltezîn radigihînim. Ew karesata ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna hezaran welatiyên bê tawanên wî bajarê ezîz.
Helebçe bo qurbanî , lê belê wê girêya bextê Kurda vekir û em hemû qerzdarê Helebçeyê ne û em çi bikîn em nikarîn li jêr barê wê qurbanîdanê derkevîn. Baştirîn wefadarî ji bo Helebçe ve ku, bi yekgirtî kar ji bo bidestxistina mafên rewayên gelê xwe bikîn û paşarojeke aram û dûr ji karesatan ji bo welatê xwe misoger bikîn.
Di demekê de em vê yekê, bi pileya yekem, bi erkê hikûmeta federala Iraqê dizanim ku, qerebuya qurbaniyên wê karesatê bike, pêwîste jî her du, hikûmeta federal li Bexdayê û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wan qurbaniyên kîmyabaranê ku heta niha jî jiber azarên wê karesatê dinalênin bı hemu şiyanên xwe bixebitin.
Di vê bîranîna xemgîn de serê xwe li hember şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê de ditewînîn û spasî xweragiriya xelkê qehremenê Helebçe dikim ku li qurbanîdan û canfedayiyê de bûne mînakek ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
15.03.2013