Helebçe ji bîr nakin

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPAMENÎYÊ RE
Berî 25 salan li Helepçe kirin. Pênc hezar Kurd di careke de û bi wehşetekî mezin kuştın. Wextê li dîrokê dinerin, dibînin ku di dema van komkujiyan deng ji tu kesî derneketiye. Tu dewletek cihanê li dijî van komkujiyan derneketine û li mafên Kurdan nepirsîne. Ji bo ku em karibin rê li ber van komkujiyan bigirin û hesabê yên ku heta niha hatine kirin bipirsin, divê em xwedî hêzeke bin. Heza ku ewê hesabê wan kamkujiyan bipirse dîsa em Kurd bixwene.
Em jî wek netewên cihanê xwedî dewletek bin, kes nikare bi komkujiyan me bıkuje. Di nav saziyên navnetewî de dengek me jî hebe, em bi hêsanî karin hesabên komkujiyên heta niha hatine kirin bipirsin.
Di dîroka Kurdistanê de gellek komkujî çêbûne. Gah li Zîlanê, gah li Agirîyê, gah li Qamişlo, gah li Mehabad… Ê herî nêzîk jî li Roboskî yê çê bû. Dijminên Kurdan her tim û li her derê tu ferqî nexistine nav Kurdan û komkujiyan ji ser serê me Kurdan kêm nekirine.
Yek ji van komkujiyan jî, berî 25 salan li Helepçe kirin. Pênc hezar Kurd di careke de û bi wehşetekî mezin kuştın.
Wextê li dîrokê dinerin, dibînin ku di dema van komkujiyan deng ji tu kesî derneketiye. Tu dewletek cihanê li dijî van komkujiyan derneketine û li mafên Kurdan nepirsîne. Ji bo ku em karibin rê li ber van komkujiyan bigirin û hesabê yên ku heta niha hatine kirin bipirsin, divê em xwedî hêzeke bin.
Heza ku ewê hesabê wan kamkujiyan bipirse dîsa em Kurd bixwene. Em jî wek netewên cihanê xwedî dewletek bin, kes nikare bi komkujiyan me bıkuje. Di nav saziyên navnetewî de dengek me jî hebe, em bi hêsanî karin hesabên komkujiyên heta niha hatine kirin bipirsin.
Dewleta Ermeniyan ji bo vî tiştî mînakeke baş e. Îro bi hêzin û li dû mafên xwe digerin. Hemû dewletên cihanê jî guh didin wan.
Hêvî dikin em Kurd jî di demek nezîk de xwedî dewletek serbixwe bin û hesabê hemû neheqiyan bipirsin û rê li ber komkujiyên li pêşiya me ne bigirin.
Îro bi munasebeta 25. salvegera Komkujiya Helepçe em şehîdên helepçe û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin.
TEVGERA CIWANÊN KURDISTAN