Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan ji bo Kongreya Navnetewiya Nasandina Jenosayda Gelê Kurd peyamek rêkir.
Peyama serokwezîrê Tirkiye ji aliyê konsolosê Tirkiye yê Hewlêrê Aydin Selcan ve hate xwendin.
Erdogan di peyama xwe de dibêje: Ez bi minasebeta vê kongreyê silavên xwe li dezgeh û berpirsên herêma kurd li Iraqê û li hemû amadevanên kongreyê dikim.
Sala 1988ê Sadam Anfal kir û li Helebçe bi çekên kîmyavî qetlîamek pêkanî. Li Helebçe bi hezaran insan bi çekên kîmyawî hatin qirkirin.Ev bûye rûpelek reş di nava dîroka mirovatiyê de. . Îro bi vê minasebetê li Hewlêr û Helebçe civîn çêdibin. 25 sal derbas bûn lê hêja ev birîn tazeye.
Erdogan bûyera Anfal û Helebçe şermezar dike û ji bo carek din nebûna van bûyerên bi vî awayî behsa stadina hinek tedbiran dike.