Nivîsar

Heke kurd dilşa bibin

 

Ne hewceyê tu gumana ye. Kurdên Sûrî ku bi salane ne xwediyê tu mafan bûn, niha mafên xwe bidest dixin. Bi vê yekê mirov bitenê şa dibe. Ne hewceyê tu gumana ye. Delîla wê jî Kurdistana Iraqê ye.

Tirkiye bi salan bi tirsa ku dê li Iraqê Kurdistaneke bê ava kirin jiya. Têgîneke mîna Iraka Bakur xist rewacê. Barzanî bi axatiya eşîrekî tawanbar kir. Li di dawiyê de niha herî zede bi cîranê xwe Barzanî re hevdibîne. Hikumet ew qas li Barzanî pêbawere, di mijara PKKê de, mijara krîza hikumeta Iraqê de bi Barzanî re tevdigere, li herêmê damezrandinên mezin dike.

Kesên ku dibêjin ‘PKK li Sûrî dewlet ava dike’ û ji polîtîkayên Sûrî re BAAS mayîn (biyanî mabûn) jî ne surprîzin.  Lê niha dêngê wana di politikaya Kurd de li paş ma ye. Çimkî ji serî heta binî, Tirkiye di politikaya  Sûrî de piştgirî dida mafên Kurdan. Dema mesle hêj di asta hişyarî û nesîhetan de bû jî Tirkiye wekî reforman ji Sûrî, dayîna welatiya Kurdan dixwest. Dîsa wezareta Karên Derve di civîna li Stenbolê de, hewla yekkirina mixalefeta Sûrî û Kurdan da û bi vêyekê xwest ku dijwariya netew perestiya Ereban kêm bike. 

Bona serokatiya mixalefeta Surî piştgirî da Abdulbasît Seydayê Kurd. Piştevanita yekkirina Kurdan ya Barzanî kir.  Wezîfa hikumeta Tirk ewe ku guh nede gotinên ‘ hawar Kurdistan tê avakirin’  û neye tehrîkan. Şuna wana bizanibe ku Kurd jî perçeyekê gelê Sûrî ne û piştgiriyê bide bidestxistina mafên wana.
Lê ewil divê em baş bizanibin  em li ber çi ne.

Ji destpêkirina serhildana Kurdistan Sûrî heta niha sisê senaryo hene. Yek Kurdên ku Mixalefeta Sûrî re tevdigerin. Di nav wan de Abdulbasît Seydayê ku Serokê niha yê Konseya Sûrî ye jî heye û partiya Mîşal temo Tevgera Pêşerojê jî heye. Temoyê ku ji bo endamtiya Mixalefeta Sûrî dê biçûya Stenbolê hate kuştin. Temo bi taybet li bajaran xwedî hêz bû.

Koalisyona ku vê komê jî dike nav xwe de Konseua Netewî a Kurdan e û ji 22 partiyan pêk tê.

Ewê konseye li herêmên kurdan li dijî Esed serîhildanan pêk anî û gellek kes jî zerer kir. Yanî heke Sûrî jinûve bê avakirin, soza mezin dê ya wan be.

Hêza sêyemîn jî şaxa PKKê PYD ye. Ji berk u Ocalan Li Şamê jiya ye, PKK li Sûrî xwedî hêz e. Gellek malbat hene ku zarokên wana di refên PKKê de can dane. Lê piştî serhildana Sûrî ji ber helwesta xwe PYDê êtibara xwe winda kir. Salîh Muslîmê ku ji ber pevçûna PYDê û Muxaberatê reviya bû, di rojên dema serhildanê dest pê kir de, Esed Salîh dîsa ji Qendîlê anî Sûrî.

Serokê PYDê Salîh endezyarê Kîmyayê û ji Zanîngeha İTU yê mezûn bûye. Piştî hevdîtina bi Esed re Salih li hemberî serhildanê pozîsyon girt. Ji vê helwestê berjewendiyên mîna televizyona Ronahî bidest xist. Serokê PYDê k udi nav komên Kurdan de bityenê ew xwedî çek e, Salîh li bajarên Kurdan, serhildanên li dijî Esed bi alîkariya BAASê bêdeng kir.  Navê wî bû Şebbîhayê Kurd. Meşal Temo bi ajaniya Tirkiye tawanbar kir. Lê dema dît ku dê Esed bi teqez dakeve, guh da Barzanî û beşdarî Meclisa Netewî a Kurdan bû. Ji wê rojê pêde bi komên Kurdan tevdigere û dixwaze li Sûrî ji xwe re cih bigire. PKK bi vê yeke li Sûrî sivîl dibe, siyaseta sivîl û axavtina bi aktören navnetewî hîn dibe.  Ev yek jî pir baş e.

Ji bajarên Efrîn, Kobanî, Amudê, Tirba Spî û Sarê ku Esed ji ber bê çaretiyê Eskerên xwe vekişandiye, dîmenên cüda tene. Di dîmenan de xwiya dike li ser avahiyên fermî alên cüda tene bilind kirin. Bi rastî ev jî nişana ramanên cüda ne. Alên PKK, wêneyên Ocalan, ala Kurdistana Iraqê, ala PYDê xwiya dikin. Li gor hevpeymana Hewlêrê, divê ala Kurdistan bihata bilindkirin. Lê PYDê guh neda vê yekê. Berdevkê Partiya Yekitiya Kur d li ber vê nerazîbûna xwe tînê zima û dibêje ‘em çibik, çeken wana hene. Avahiyên ku hevalên me bidest xistin kutekî ji wan distînin.’ Ev hevsengiya çekbûn û bê çekbûn, bi çekkirina komên Barzanî diguhere.

Navber aPYDê û Meclisa Netewî ya Kurd de cûdatiya lênêrînê heye.meclisa netewî ya Kurdan li aliyê Federasyonekî mîna Kurdistana Iraqê ye. PYD jî ji Tirkiye xweseriya Demokratîkî dixwaze. Tu tişt ji gotina Xweseriya Demokratîkî naye fêhm kirin. Lê digel PYDê, li Sûrî ti komên Kurdan dewleteka azad naxwazin. 

Li vê herêmê gelê ku herî zêde polîtîze bûye Kurdin. Ji ber ku di nav bera 4 dewletan de jiyane, polîtîkayê baş zanin. Ger mirov bêje dê Kurd bi ecele dewleteke azad bixwazin, ev ji zekaweta Kurdan re heqarete.

Tirkiye êdî di apartmaneke ku tê de Kurd zehfin dije. Heke sifir pirsgirêk bixwaze, divê ewil Kurdên li mala xwe dil şa bike.
Ger Kurd şa bibin, emê hemû dilşa bibin. Yanî li başûrê me tiştên baş diqewimin.

Yildiray Ogur

 

(Taraf)

Xeberênkurdî.com

Back to top button