Polîtîk

Wezîrê derve yê Tirkiye serdana Kurdistanê dike

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu serdana Kurdistana Başûr dike.

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan ragihand ku, ji bo gotubêj kirina rewşa Suriye û ya Rojhilat a Kurdistanê, wê wezîrê derve Ahmet Davutoglu heftiya pêşîya me roja çarşembe serdana Hewlêr bike.

Piştî hate ragihandin ku hinek dever li Kurdistana Rojava ketine di bin destê kurdan de, li Tirkiye gelek gotubêj li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Erdogan di hevpeyvînek ya xwe de da diyarkirin ku, eger pirsa kurd li Suriye di çerçova sinorên Suriye de bi biryara gelen Suriye bê çareserkirin tu gotina me tuneye. Lê eger dewletek federal li Bakurê suriye çebibe û ew dever bikeve di destê PYD de em qîma xwe naynin û bê deng namînin.

Bê goman ev gotara Erdogan bû cihê minaqeşeyek berfireh. Lê rastî Erdogan ev daxuyaniya xwe gelek vekirî di bin bandora nûçeyên rojane di medya Tirkî de tê ragihandin da û niha jî ji bo rewşa heyî bi awayek fermî û baştir têbigihe, wezîrê xwe yê derve rêdike Başûrê Kurdistanê, da kuhevdîtina li gel berpirsên Kurdistanê bike û têbigihe.

Li gora agahdariyan Ahmet davutoglu, wê ji aliyê serokê Kurdistanê Mesud Barzani ve bê pêşwazî kirin û hevdîtinekî li gel serokwezîr Nêçîrvan Barzanîjî bike. Di vê qonaxê de serdana Davutoglu ya Kurdistanê û encamên hevdîtinên wî dê bandora xwe li siyasete Tirkiye ji bo Kurdistana Rojava bike.

Back to top button