Desteya bilind a Kurdistana Rojava hate damezirandin

Li Hewlêr civînek di navbera ENSK û EGRK de hate sazkirin.
Di civînêde li gora lihevhatina Hewlêr di navbera herdu eniyan de, Desteya Bilind a Kurda hate damezirandin.
Desteya Bilind ji 10 kesan pêktê û kesên ku di Desteya Bilind de cih girtîn evin: Ehmed Silêman, Siûd Mele, Îsmaîl Heme , Nasir Îbrahîm , Mihyedîn Şêx Elî, Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl û Ebdilselam Ehmed.
Di civînê de biryar hat dayîn ku her hefte carekê Desteya Bilind bicive û rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û herêmê gotûbêj bike. Her wiha hat diyarkirin ku ger rewşek awarte çê bibe dê Desteya Bilind a Kurdan bicive û pirsgirêkên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bike.
Ev Deste dê tevî xebatên navxweyî, dê xebatên dîplomasî jî bimeşîne û Kurd dê bi rêya vê Desteyê têkiliyên xwe yên bi derve re pêş bixin.