Tirkiye heman plaqê dide ser, niha jî "Bakurê Suriyê"
Rojname û rojnamevan bi giranî rûpelên xwe û quncikên xwe bi mijara Suriyê û bi taybet jî bi Kurdên Suriyê tije dikin. Nûçeyên cuda cuda, analîzên cuda û hinekî jî tevlihevbûna rastî û derewan. Hin rewşenbîr û rojnamevan û nîvîskar, ku hejmara van gellekî hindike, bi feraseteke fireh li konjonktura cîhanê dinêrin û pêvajoyê dinirxînin. Vana rastiya Kurd û Kurdistanê baş dîtine û ji bo ku gelê Kurd jî li Rojhilata Navîn mafê xwe yên gerdunî û xwezayî bikarbîne, nîşana hîn zêde demokratîkbûna Tirkiyê û wekheviya gelê Kurd û Tirk dikin. Hejmareke zêde rojnamevan jî, diyar e ku hîn ne ji dîrokê ne jî ji rastiya Kurd û cîhanê nasîp negirtine û hîn jiyan û cihanê, bi berçavkeke Tirkûtiyê dibîne. Ku bi ya wan be, pêwiste tavilê Tirkiye têkeve Suriyê û ew derana ji “terorê” paqij bike. Vê ji xwe re wek mafekî dibînin.
Îro dîsa gellek rojnamevan, Hasan Cemal, Ruşen Çakir, şahin Alpay, Hilal Kaplan, Orhan Mîroglu, Abdulkadîr Selvî, Nazli Ilıcak, Mahmut Ovur, Yildiray Ugur û hîn û hîn gellekan li ser Kurdên Suriyê gotar nivîsandine. Di nivîsên pirraniyan de çend xalên hevpar hene:
1- Kurd êdî ne Kurdên berê ne ku zû bi herkesî bixapin.
2- Kurda êdî dev ji birakujîyê berdaye û ne pêkan e ku Kurd vê seetê şûnda bi hev re şer bikin.
3- Êdî her beşeke Kurdan, sazî û dezgeh û partî, perçekirin û bi hev xistin zor e, Kurd vê mijareke di nav xwe de dibînin.
4- Li her 4 perçeyên Kurdistanê, her Kurdek di têgeha mafê her Kurdekî din de ye.
5- Ku çawa îro Kurdistana Başûr zimanê, xwe, çand û hunera xwe, rêvebiriya xwe xistiye destê xwe û xwe îdare dike, her perçekû Kurdistanê jî herî kêm vê dixwaze û ev mafekî xwezayî ye.
6- Bi tehdît û şantaj û zorê dewletê, her diçe Kurd ber bi hev dibin û yekitiya xwe xurt dike.
7- Di dilê her Kurdekî de, xeyal be jî, Kurdistana Mezin heye.
8- Li Kurdistana Bakur, Kurd bi dersên bijarte û bi televizyonekê û bi gavên biçûk qaîl nabin. Heta bi Tirkan re nebine wekhev, pirsgirêk çareser nabe.
9- Kurd, bi her serok û nirxekî xwe xwedî derdikevin û ku wek wan nefikirin jî, pirranî bi wan re rêzê digire.
10- Pêwiste rojekê pêşde siyaseta dewleta Tirkiyê a di pirsgirêka Kurd de wee guherandin. Bi vê têgehê her diçe Tirkiye zirarê dibîne.
Lê a ku tê xuyakirin, hîn feraseta dewletê, bi benîştê xwe re nabêje “pûç bûye” û hîn benîştê xwe dicû. Doh serokwezîrê Tirkiyê ku çawa bi Kurdistana Başûr re dibêje “Bakurê Iraqê”, ji bo Kurdistana Rojava jî peyva, “Bakurê Suriyê” bikaranî.
Û hîn heftek neçû, çima ku tîpên Kurdî, W,Q,X bikaranîne, navê Cegerxwîn û parqan hate qedexekirin. Yanê hîn di feraseta dewletê de tiştek neguheriya ye.