Nivîsar

Rewşa Kurdistana Rojava û mejiyên nijadperest

Rewşa Suriye û Kurdistana Rojava di sere rojeva Tirkiye de ye. Taybetî di van demên dawî  ku rejima Suriye xwe ji hinek deverên Kurdistanê didê aliyekî û rewşa derdikevê holê rojeva Tirkiye mijûl dike.

Gelek rojnamevan li ser rewşa Kurdistana Rojava dinivîsînin, di bernameyên televizyona de li gora xwe nirxandinan dikin û şiroveyên gelek cur bi cur dikin. Heta gelek ji wan dewleta Tirk yan jî hukumetê rexne dikin ku çima rê didê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê pêktên.

Piraniya wan rojnemavanan rastiya Kurdistanê dizanin û pêwendiyên wan hem li gel Kurdistana Başûr hene û hem jî li gel rêxistinên kurdan bi awayekî heye. Lê di nirxandinên xwe de naxwazin rastiyê bibînin û tirsa ku Kurdistanek din çêdibe ketiyê di dilê wan de.

Di dîroka Tirkiye de ji dema Osmaniyan heta niha qeysê ku pirsa kurd ji wan re bûye tirs û kelemek mezin tiştek din welê nebûye. Heta nijadperestiya xwe, demokratbûna xwe piraniya îdeolojiyên xwe di çerçova pirsa kurd de avakirine.

Welatê Ereban ji Yemenê heta sinorê Tirkiye yê îro di bin destê Tirkande bû. Lê niha 23 dewletên erebî çêbûne. Ew nivîskarên ku tirsa Kurdistana Rojava ketî di dilê wan de bila li dîroka xwe ya nêzik binêrin wê tê bigihin ku çewe miletên di bin nîrên kolonyalîstên dewleta wan de azad bûne û niha dewletin.

Bila  ji bo heman nimûnê li welatên Balkan a binêrin , dê cardin rewşa Kurdistanê biçek bê jî zanyarîtir û heta bi ehlaqtir binirxînin.

Piraniya caran dema pirsên gelemperî, civakî, siyasî û cîhanî tên holê mirov di nav civaka Tirkiye de, demokrata, lîberala, çepa û herweha insanên xwedî îdeolojiyên cuda cuda dibîne. Lê dema pirsa kurd yan jî taybetî dewletbûn a kurdan tê holê hemî dibin hemfikir û tu nirxek  îdeolojik yan jî wek din li wan re namîne, heta redeyekî ji mirovatiyê dûr dikevin.

Di cîhanê de civakek din wek civaka Tirk ku di vê pirsê de techîzatkirî tuneye. Her tişt temame. Lê dema rojev dibe kurd û mafên kurdan herkes yek e û tişta ku dijitiyê bikin li holêye.

Ji xwe ev xalek bingehiye ku dibe astenga herî mezin ku nahêle di pirsa kurd de li Tirkiye gav bêne avêtin.

Wek din hinek rojnemevan û kesayetên demokrat tên zanîn bi şermiyekî weşartî hevalbendiya nijadperesta di pirsa kurd de dikin.

Bê goman li Tirkiye hinek kesayet, rojnemevan hene ku pirsa kurd bi dilek fireh dinirxînin û pişgiriya destxistina mafên kurdan dikin. Lê mixabin hêjmara wan hejmara tiliyên desta derbas nabe.

Divê xwediyê van nirxandinan  baş bizanibin, hêdî li cihekî kurd qîma xwe mafên ku ji Kurdistana Başûr kêmtirbin naynin. Kurdistana Başûr bûye pîvanek ji bo daxwaziyên mafê Kurdan.

Daxuyaniya serokê Kurdistanê ya ku dibêje: “Hêjmarek ji ciwanên kurd ên reviyane herêma Kurdistanê, hatine perwerdekirin. Em naxwazin bi awayekî rasterast destlêwerdana rewşê bikin. Lê perwerde û rahênan bi wan hatiye kirin. Lê armanca me jê ewe, eger di dema derketina artêşa rejîma Sûriyê ji deverên kurdan valahiyek di ware asayîş û emniyetê de çêbibe, ji bo pirkirina wê valahiyê û parastian emniyeta deverêna kurdan em wan bişînin.“

Ji bo gelek aliyan û welatên ku kurd lê dijîn bû wek balkêşandinekî. Herweha ji bo kurdên welatparêz û Kurdistanî jî bû hêviyek ji bo statuya Kurdistana Rojava. Vê daxûyaniyê agir berda dilê hinekan û dilê hinekan jî hunik kir.

Serokê Kurdistanê bi siyaseta xwe ya Kurdistanî bûye demana destxistina mafê kurdan di hemû beşên Kurdistanê de. Siyaseta derê vê ji iflasê pêve tiştekî dest naxe.
Divê rewşenbir, siyasetmedar û demokratên Tirk amadebin ku Kurdistanek din çêdibe tu rêyek din tuneye. Wê hinek din jî çêbin.Heta kurd bigihin mafên xwe yên rewa her wê pirsa kurd rojevê de bê.

Dema Kurdistana Başûr gihat statukuya ku îro heyî, baş li bîra herkesekî ye ku li Tirkiye çi dihat gotin û nivîsandin. Lê Îro ji kûdê hatin kûde?

Dê rastiya Kurdistanê ûpêşveçûnêli herêmê çêdibin û gotar û siyaseta Barzanî bibe semek bingehîn ku mejiyê gelek kesî di pirsa kurd de bê guhertin. Her şoreş ne tenê civakê diguherînê, kurd pêvajoya roşekî de ne ku zihniyeta nijadperest û kolonyalist jî li herêmê biguherîne.

26.07.2012
Dara Bilek

Back to top button