Roşna albûmek nû derxist

Hunermend Roşna di albuma têkel a di 2010ê de hatibû çapkirin de bi strana xwe ya “Yena” ji aliyê guhdarvanan ve hat ecibandin. Roşna di
2012ê de bi albuma “Vira Kerdî” ( Em hatin jibîrkirin) digihîje hezvanan muzîkê.
Roşna di jiyê xwe yê biçûk de dest bi muzîkê kir. Li gel nasnameya xwe ya awazdanerî û nivîsarîya gotinên stranan bi rengê dengeke xwerû jî
balê dikşîne ser xwe. Roşna bi van taybetmendiyên xwe di mûzîka kurdî de dê bibe reng û bêhneke nû. Albûma “Vira Kerdi” ji 10 stranan pêk
tê. Awaz û gotinên 8 stranan ji aliye Roşna ve hatine nivîsandin û çêkirin, 2 stran ji yên Jan Arslan in.
Ayhan Evci hemî arenjeyên vê albumê çêkiriye û album bi alikariya van muzîkvanan hatiye amedekirin : saksafon hunermendê ji Breyilyayê
Leonardo-Saint Hilli, buzuki û ûd Mekmet Erdem ku ji aliyê muîkvanan ji nêz ve tê nasîn, dahol Sebastian Basti, perkusyon Ata Guner û Yogi
Jockusch, bas gitar Martin Drees, gitar Chris Harms, Brend Hilgert, Stevan Pfeffer, keman Huseyin Kemanci, klarnet Goksun Çavdar, akordion Ozge Metin
û klavye Gerrit Heinemann.
Di gotinên vê albûma ku bi şêwaza pop û caz hatiye çêkirin de mijar bi giranî tenêbûn, cihêkirin û vegotinên di derheqê mirovan de ne û
bi şêwazeke helbestvanî ne. Hestiyarî û diltenikiya zaravayê zazakî ku bi wendabûnê re rûbirû maye û wek mirata dinyayê biryara parastina wê
hatiye dayin di stranan de tê hîskirin.
Qeydên studyoyê li Hamburg û Stenbolê hatine çêkirin. Album ji aliyê Pel Recordsê ku bi armanca ji muzîka kurdî re deng û şêwazên nû bide
qezenckirin dest bi xebatê kiribû, hatiye amadekirin. Belavkirina albûmê jî ji aliye Sony Music tê çêkirin.