Kultur

Olîmpiyatên Havînê li Londonê destpê dike

Olîmpiyatên Havînê a 2012 an îro li paytexta Îngiltere Londonê destpê dike. Lîstikên olîmpiyatên havînê, 4 sala carê tê kirin. Di sala 1896 an de ev kevneşopiyê destpê kiriye. Li gorî qaîdeyên olîmpiyatê, yên ku yekem tên zêr, yên duyem zîv, yên sêyem jî madalyayên bronz dikirin. 

Heta niha herî zêde Amerîkayê ji olîmpiyatên havînê re mazubanî kiriye. Amerîkayê 4 cara li welatê xwe olîmiyat lidarxistine. Heta niha ji ber şer, 3 cara olîmpiyat hatine betal kirin.

Londonê sêyemîn care ku mazubanîyê ji olîmpiyata re dike. Londonê yekem car di sala 1908 an de lîstikên olîmpiyatê lidarxistibû. Di sala 1948 an de jî Londonê ji olîmpiyatên havînê re mazubanî kiribû. Îro cara sêyemîn e ku li Londonê meşaleya olîmpiyata vêdikeve. 

Back to top button