Cîhan

Hejmara kujtiyan derket 23 hezar û 469an

Hejmara kujtiyên êrîFilistîniyên li Xezzeyê derket 23 hezar û 469an. Di êrîşan de 337 xebatkarên tenduristiyê hatin kujtin, 99 kes hatin binçavkirin, 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin.  

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Xezzeyê de, di derbarê êrîşên Îsraîlê yên 97 rojî de agahî hatin dayîn. Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de “10 qetlîam” pêk anîne û di van qetlîaman de 112 kes mirine û 194 kes jî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hejmar tenê hejmara daneyên nexweşxaneyan nîşan dide. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji êrîşên 7ê Cotmehê û vir de hejmara Filistîniyên mirî derketiye 23 hezar û 469an û hejmara birîndaran jî derketiye 59 hezar û 604an.

Hate dubarekirin ku ji sedî 70ê miriyan jin û zarok in.  

Herweha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 337 bijîjk û ​​xebatkarên tenduristiyê hatine kujtin, 99 kes hatine binçavkirin, 150 saziyên tenduristiyê bûne hedef, 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine, 121 ambûlans jî nikarin bên bikaranîn.

Back to top button