55 saliya koça dawî ya Şêx Ehmed Barzanî
Şêx Ehmed Barzanî rêberekî mezin û şoreşger û tijî xwedaperestî, niştimanperwerî, dadperwerî, parastina jiyana hevbeş û rawestana li hember zilmê ye, navekî ku dê hertim di dîroka Kurdistanê de bi bire.
Şêx Ehmed Barzanî di sala 1896an de li herêma Barzanê hatiye dinê. Hê heft salî bû bavê wî Şêx Mihemed wefat kir. Birayê wî yê mezin, Şehîd Şêx Ebdulselam Barzanî, kete şûna bavê xwe û têkoşîna xwe ya însanî, olî û şoreşgerî domand.
Piştî şehadeta Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1914an de ji aliyê Osmaniyan ve, Şêx Ehmed Barzanî birayê biçûk ê Şêx Ebdulselam têkoşîna xwe domand û rêya Barzanî berdewam kir, Şêx Ehmed Barzanî wê demê 18 salî bû.
Şêx Ehmed Barzanî ku wê demê ciwan bû, rêya Barzanî pêş xist. Di sala 1919an de piştgiriya şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dike û ji şêx û serokên eşîrên Badînan re name dişîne û wan teşwîq dike ku alîkariya Şêx Mehmûdê Hefîd bikin.
Serkirdayetiya Xodane Barzan di warê dadperwerî, wekhevî, xweşbînî, teslîmnebûna li hember dagirker û dijminan, teslîmnebûn, îradeya pola, rastî, exlaq, ol, bihevre jiyanê û parastina jîngehê di dîroka gelê Kurd de qonaxek geş bû. Ev hemû di serdema Şêx Ehmed Barzanî de qanûn û rêzikname hatine çêkirin.
Di sala 1931ê de, ji ber nakokiyên wî ligel hikûmeta Iraqê, şer û pevçûn di navbera hêzên Barzanî û artêşa Iraqê de derket û nêzîkî salekê dom kir, ku bi serokatiya Şêx Ehmed bi navê Şoreşa Barzan a Yekemîn dihat naskirin.
Di Kanûna 1969an de rewşa saxlemiya Şêx Ehmed Barzanî xirab dibe û nexweş dikeve. Di 9ê heman mehê de ji bo dermankirinê bi helîkopterê birin Bexdayê, lê sibeha 11ê li nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Bexdayê jiyana xwe ji dest da.