Polîtîk
Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin
Bi droneka bombekirî êrîşêBalafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin û dron hewayê de hate teqandin.
Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, şevîdin demjimêr 18:50, droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li wê balafirxaneyê hatibû kirin.
Herweha eve çend rojin li dûv hev êrîşê balefirxaneya Hewlêr tê kirin. Di nava hefteyekî de ev êrîşa 5 ye ku tê kirin. Lê her carê ev êrîş têne pûç kirin