Cîhan
Bi tundî êrîşê Husiyan kirin

Piştî vê biryarê Brîtanya û Amerîkayê êrişî Husiyên li Yemenê hate kirin.
Rayedarên Amerîkayê destnîşan dikin ku êriş bi balafir, keştî û keştiyên binê avê û mûşekên Tomahawkê hatiye kirin.
Te ragihandin ku li Sanayê dengê sisê teqînan hatiye bihîstin.
Rayedarekî Amerîkayî ji CNN Internationalê da zanîn ku Brîtanya û Amerîkayê gelek navendên Husiyan ên li Yemenê kirine armanc.
Rayedarekî din ê Amerîkayî jî destnîşan kir ku wan ji hewa û bejahiyê ve li gelek navendên Husiyan xistiye û armanca wan qelskirina êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor e.