Serokwezîr 34 û Wezîrê Derve 38 salî ye
Li Fransayê kabîneya nû eşkere bû. Serokwezîr Gabriel Attal ê 34 Stephane Sejourne yê 38 salî wek Wezîrê Derve û Wezîrê Ewropayê tayîn kir.
Stephane Sejourne bû wezîrê derve yê herî ciwan ê serdema Komara 5. a Fransayê. Li Fransayê, kabîneya ku ji alî Serokwezîrê Ciwan Gabriel Attal ê 34 salî ve hatiye sazkirin, eşkere bû.
Attal, ku di dîroka welêt de serokwezîrê herî ciwan û yekem homoseksuel (gay) e, di kabîneya hikûmeta xwe de guhertinên mezin kir.
Sekreterê Giştî yê Qesra Elysee Alexis Kohler kabîneya nû li avahiya serokomariyê eşkere kir.
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) û Serokê Partiya Ronesans ya Serokkomar Emmanuel Macron Stephane Sejourne wek Wezîrê Ewropa û Karên Derve yê Fransayê hat tayînkirin. Sejourne 38 salî bû Wezîrê Derve yê herî ciwan ê serdema Komara 5. a Fransayê.
Catherine Vautrin a ku di navbera salên 2008-2017an de di Partiya Komarî (LR) de parlamenter û Cîhgiriya Serokê Meclîsê kir, bû Wezîra Xebat, Tenduristî û Piştevaniyê.
Parlamentera Ronesansê ya partiya desthilatdar Marie Lebec wek Wezîra Berpirsiyarê Têkiliyên bi Meclîsê re hat tayînkirin.
Ji Partiya Komarî (LR) Şaredara herêma 7. a Parîsê Rachida Dati wek Seroka Wezareta Çandê hat tayînkirin. Datî berî niha di dema serokê berê Nicolas Sarkozy de wezîra dadê bû.
Wezîra Karûbarên Ciwanan a Dewletê Prisca Thevenot wek Wezîra Nûkirina Demokratîk û Berdevka Hikûmetê hat tayînkirin.
Ji bo Wezîra Piştevanî û Malbatê Aurore Berge guhertina peywirê hat kirin. Berge wê niha wek Wezîra Berpirsiyarê Wekheviya Jin û Mêran kar bike.
Qada xebatê ya Amelie Oudea-Castera, ku di kabîneya berê de Wezîra Werzîşê bû, hat berfireh kirin. Oudea-Castera wê niha rola Wezîra Perwerde, Ciwan, Werzîş û Lîztikên Olîmpîk bigire ser xwe.