Cîhan
Ûkrayna: 367 hezar leşkirên Rûs hatine kujtin

Artêşa Ukraynayê îdia kir ku ji 24ê Sibata 2022an û vir ve di şerê Rûsya û Ukraynayê de 367 hezar û 620 leşkirên Rûsyayê mirine.
Li gor nûçeya Ajansa Netewî ya Ukraynayê (Ukrinform,) Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê amarên dawî yên di derbarê şer de parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Ukraynayê 6 hezar û 50 tank, 11 hezar û 238 maşînên şer ên zirxî, 8 hezar û 699 topavêj, 957 sîstemên roketavêjên pirlûle û 641 sîstemên paraztina hewayî hatine rûxandin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 329 balafir, 324 helîkopter, 6 hezar û 834 balafirên bêmirov, 1806 fûzeyên krûz, 23 keştiyên şer, 1 keştiya binê deryayê, 11 hezar û 596 wesayît û tankerên sotemeniyê û hezar û 337 alavên taybet hatine îmhakirin.