Hejmara 29an ya nîsanê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya 29an bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên çapameniyê cîhê xwe girt.

Di vê hejmarê de bi serenavên “Ragihandina Dewleta Kurdî” û “Destûra Nû û Pirsa Kurdî” du gotarên redeksiyona kurdî hene. Ya yekemîn nîvîsara rojnamevan Salimê Casîm e. Casim di gotara xwe de gengeşîyên li ser ragihandina dewleta kurdî dinirxîne û li bersivên van pirsan digere : Dê paşeroja wê dewletê çi be? Dewleta kurdî ya ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve dorpêçkirî dê bikare bijî? Bi taybetî jî gava hemî xurekame ji derveyî Kurdistanê tê. Sînorên vê dewletê dê çawa bin? Kurdistan dê bi tenê ji her sê parêzgehan; Dihok, Silêmanî û Hewlêrê pêk bê? Erê heger niha bêyî çareserkirina madeya 140ê û vegerandina deverên veqetîyayî, “dewleta kurdî” bê ragihandin, dê paşeroja van deveran çi be? Gelo rewş û mercên ragihandina “dewleta kurdî” li bar in? Dê helwêsta Bexdayê çi be? Yan dê helwêsta dewletên deverê û cîhanê çi be?

Nivîsa duyem ya redeksiyona kurdî jî bi sernavê „Destura nû û Pirsa Kurdî ji aliyê akademîsyen Mesut Yegen ve hatiye nivîsîn. Yegen di gotara xwe de di derheqê gengeşiyên li ser destûreke nû dimeşe de helwesta siyaseta kurdî û helwesta hêzên sîyaseta Tirkîyeyê ji bo xwendevanên Le Monde diplomatîk kurdî bi dorfirehî dinirxîne.

´´Arşîva Bîra Kurdan´´ ya Le monde diplomatique kurdî, bi gotara Kendal Nezan bi serenavê „Belangaziya Kurdan“ didome.

Di rûpela ´´Çand û Hûner`´ ya vê mehê de jî hevpeyvîneke rojnamevan Azad Şatehî bi wênesazê kurd ku tabloyên wî Da Vincî tîne bîra mirov Şîkak Marekî re kiriye heye.. Di vê hejmarê de rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênasazê kurd Muzaffer Oruçoglu hatine xemilandin. Di rûpela dawî de li gel hin fotoyên şanovanên kurd, Salihê Kevirbirî bi nivîsa xwe ya “Awirek li ser şanoya kurdî” li ser kurtedîroka şano û şanoyaa kurdî agahdariyan dide.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bi nivîsên balkêş û naveroktijî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

Serge Halimi, Wêrekî yan xetimîn..
Alain Gresh, Pêla şokê za Sûriyê.
Christophe Baconin, Felsefeya bêdijwarî.
Jean Radvanyi, Berdewamiya eniyê li Rusyayê.
Max Dorra, Bîranîneke ji agir.
Eric Dupin, Teqlebaziyên doktrînal li Eniya Neteweyî.
Maurice Lemoine, Di nav daristanê de bajarê taybet.
Irena Wiszniewska, Odessa yan jî cezîbeya nediyariyê …

Le monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin!…

Ji bo hun bikaribin Le monde diplomatique kurdî bi awayekî rêk û pêk bi dest xin, bibin abone!…

www.lemonde-kurdi.com

Nerîna min :