Nivîsar

Wek tu dibêje: "Kurdî zimanek hevdem e!

ZİMANÊ KURDÎ

Belê cihgirtê serokwezîr Arinc!
Wek tu dibêje: “Kurdî zimanek hevdem e!

Zimanê Kurdî jiyana Kurdan e! Ziman bingeha hebûna netewî (millî) ye. Ziman bes ne tenê nifta  dev e! Ziman kilîta dilan e, hebûna gelan e! Ji bo vê ye, ku bê ziman, bi teybetmendî bê zimanê dayîkê jiyanek baş domandin ne mimkun e!.. Her welat bi zimanê xwe têye bi nav kirin û bi zimanê xwe ew têye nasîn û nasandin. Bi ziman her tişt têye xemilandin.

Dinya, alêm dizane, welatê Kurdan Kurdistan e. Kurdî jî zimanê wan e. Kurdî sedema sereke ya hebûna Kurdan e. Kurdî xofa dilê neyaran û xoşewîstiya hestên niştîmanperweran e! Ziman paleyê xwediyê xwe ye! Îro ziman ji bo neteweyek her tişt e. Ew wek fîlînta dest e. Di şer de çawa fîlînte ji destên mirovan diçe û dawî li jiyanê tê, di jiyanê mirovan de jî, li ciyê zimanê dayîkê heke zimanek dîn cih bigire û zimanê dayîkê bêye bîrkirin, dawî li jiyanekê tê û jiyanek nû destpêdike. Wê demê jiyana nû, ne ew jiyana kevn e! Ji bo vê ye, ku îro Kurd rabûne ser pêyan û dibêjin: „Bê Kurdî jiyan nabe!..“ Rastî jî, ji bo Kurdan jiyan bi zimanê Kurdî heye û wusa jî jiyan dimeşe. Heke Kurdek Kurdî bîrbike û bi Erebî, Tirkî û Farisî qise bike, ew dibe xwedanê/xwedana ew zimanê nû yê pê qise dike!.. Ji bo vê ye, ku bê ziman jiyan nabe!.. Ji bo Kurdekî an jî Kurdekê xwe pesin û pesinandin, ew bi zimanê Kurdî  têye şayesandin (teswîr kirin) û têye xemilandin…

Di jiyanê gelan de evra (muqedes) û pîroziya sembolan jî gelek girîng e. Çawa zimanê Kurdî bingeha hebûna Kurdan ya netewî ye, ala Kurdistanê jî, sembola Kurdan e. Ew Kurd û Kurdistanê temsîl dike. Di aliyê dîn de sembolên partî û saziyên Kurd jî hene û hemî pîroz in. Lê pêwîst e, ku „Ala Kurdistan“ê ji bo hemî sazî û partiyên Kurd ji hemî sembolan berztir û pîroztir be. Ew bi darê zorê jî naye pejirandin. Heke hestên mirovên Kurd ji dil û can Ala Kurdistan wusa nefikirin û nepejêrin, di jiyanê civata xwe de wê wusa bikar naynîn, Kurdbûn û netewebûn bes di peyvê de dimîne!..

Di ew havîna li pêş me de, hin saziyên li dijî ala Kurd derkevin hebin û wê ji xwe re bikin sedem, pêwist e, ku rê li nakokiyên wusa ji nûha de bêye girtin. Ji bo ku tagirker naxwazin Kurd bibin yek! Ew bi xwe jî nikarin, ku daxîlî kongrê bibin. Lê bi rêya nezanan, ewê bixwazin ku kongrê têk bibin!.. Lê pêwist e, ku rêvaberiya kongrê rê nede nekokiyên wusa!.. Ji ber ku cara yekem di dîrokê xwe de Kurd dicivin hev e. Ji vê jî bila serketin jê derkeve!..

Gotinê „ala“ pir kes di wateya alayê de bi kar nînin. Li ciyê „ala“ bes „al“ bi kar tînin. Di zimanê Kurdî de gotina „al“ heye. Ew di wateya „sorgewez“ de bi kar tê. Hin caran jî, di ciyê „ala“yê de wê bi kar tînin. Dema gotina „ala“ rast be, di tewitandina „ala“ de ew dibe „alayê“. Lê serastkarên (redaktorên) rojname, malper û kovarên Kurd ew gotina rast wek „alê“ nûva dikin û dinivisînin. Ew tewitandina „alê“ tewitandina bêjeya „al“ e, ne ya tewitandina „alayê“ ye. Ew her du gotinina ji hev cuda kirin hinek dijwar e. Lê dema mirovên xwe di ciyê zimanzanan de dibînin û gotinan serast dikin, wê demê pêrwist e, ku ewna gotinên rast pêşwazî bikin!..

Hin caran di zimanê Kurdî de nixteyek pir tiştî diguhere. Di tîpên kevn de dema gotina „pêşniyaz“ de nixteya li ser „z“ bêye bîrkirin, wê demê „z“ dibe „r“! Dema „zê“ bû „rê“ pêşniyaz jî dibe „pêşniyar“! Heçku „neyar, niyar“ tiştek e, „niyaz“ teştekî dîn e. Lê çi mixabin ew gotina şaş di ciyê gotina rast de ji aliyê pir kesan ve, ew her tim bi kar têye! Rastî rast e, lê ne li her derê! Dema mirov gotina şaş di ciyê gotina rast de bêje û wê rast bibîne, wê demê wateya gotina rast bin pê dibe! Rûspiyên Kurd vala negotine: „ Carekê çû, êdî me de dû!..“

Lê mijara ve gotarê li ser ew gotina cihgirtê serok wezirê Tirkiyê bû. Wezîr jî baş dizane ku zimanê Kurdî zimanek di nav zimanên Hîndo-Ewrûpeyî de ye. Zimanên di nav ew malbeta zimanên cîhanê de cih digirin gelek dewlemendin. Ez dixwazim ji bo kesên dibêjin zimanê Kurdî ne zimanê perwerde û şehristaniyê (medeniyet) ye, ji wan re çend gotinan zêdetir bikim û bi dewlemendiya Kurdî dawî li gotinên xwe bînim.Yên dibêjin zimanê Kurdî nîn e, jar û lewaz e, ewna rast nabêjin! Yên li ser înkarkirina Kurdan hebûna xwe avadikin, dewlemendiya Kurdan dixwazin tevî hebûna xwe bikin.

Rûsîpiyên Kurd dibêjin: “Diz li şevreşan digerin!” Dema em Kurd çand û hebûnên xwe ya netewî xwedî dernekevin û wê baş neparêzin, her dizê wê bidizin!.. Dizên çand û hebûna Kurdan xwedî derdikevin û wê dikin malê xwe, bes ew neyarên qirêj in! Lê dema Kurd çand û zimanê xwe xwedî dernekevin, xwe bavêjin ber lepên pişaftinê (asîmîlasyonê) û bipişifin, wê demê ewê ji neyaran re bibin alîkar û pişaftina xwe ji wan re hêsantir dikin…

Bi ew helbesta xwe ya li jêr hatî nivisîn dawî bi gotina xwe tînim û gazî hemî welatparêzan dikim û ji wan re dibejim:

Zimanê Kurdî zimanê me ye,
Bi dewlemendiya xwe nam daye!
Her gotinek xwe zerîf, delal e,
Ew ji Kurdan re gelek helal e!..

Kurdî bi ferhenga xwe wek behr e,
Her gotinek xwe zêr, zîv, cewher e.
Kî dibê Kurd nizanin, dizanin,
Lê çi bikin, bindest û xizan in!..

Zimanê Kurdî dûrrî (mercan) yekta ye,
Bi her dûrra xwe wê deng daye.
Çi zarava ye, hemî bi xwe ye,
Kurd Kurmanc in, Kurmancî Kurdî ye.

Kurdî bi zaravayên xwe pir xweş e,
Di rêya nivîsa hevbeş de dimeşe.
Bila zarav bi yek zimanî serkewe!..
Her ew e, Kurd bi Kurdî netew e!

Netew li dinê hemî gel hev in,
Bes faşîst û rasîst tev hev in.
Yên ku Kurd jar û pêrîşan hîştin, 
Her ew dûgelên kolonyalîst in!

Roja me de çi eşîr û êl e,
Hêdî bes e, dubendiyê bihêle.
Dema hêzên netewî nebin yek,
Azadî ne mimkun e, tek û tek…

 A. BALÎ
(Lêkolîner-nivîskar)

 

 

Back to top button