Dosya

Qeymiqamê Silêmaniyê xwe li girtîgehê xeniqand

Çavkaniyek agehdar ji asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, duhî piştî nîvro qeymiqamê Silêmaniyê xwe li girtîgeha asayîşa Silêmaniyê xeniqand.

Çavkaniyek ji wîlayet Silêmaniyê nûçeya xwexeniqandina qeymiqamê Silêmaniyê Zana Hemesalih piştrast kir û got ku, duhî piştî nîvro Zana xwexeniqand û niha termê wî birine pijîjkê dadwer ê Silêmaniyê.

Li gor Rûdawê, Zana Hemesalih piştî girtina çar kesên bi sûcê gendeliya zeviya Wizar a ku dozgerê giştî yê Silêmaniyê pirs xistibû tevgerê, li gor maddeya 307 a yasaya cezayê giran ê İraqê fermana girtina wî hatibû dayîn.

Roja 08.04.2012an, qeymiqamê Silêmaniyê wekî berê gotibû: “Çi dema dadgeh daxwaza min bike, ezê biçim.” Piştre çû dadgehê, lê ji ber kombûna hêjmarek mirovên bi cilên sivîl ên bi navê xizmên Zana Hemesalih, dadwerê lêkolînê salona dadgehê bi cî hişt û asayîşa Silêmaniyê jî Zana bir baregeha serekî ya asayîşê.

Zana Hemesalih ji sala 2007an ve qeymiqamê navenda Silêmaniyê ye û piştî hilbijartina 25.07.2009an yekemîn berpirsê bajêr ê mezine ku di postê xwe de maye. Piştî derketina encama hilbijartinan û serkeftina Tevgera Goran a li Silêmaniyê, wisan hat belavkirin ku Zana bi gumana ku girêdayî Tevgera Gorane, behsa rakirina wî hat belavkirin û wisan jî derneket

Back to top button