Nivîsar

Bakur û Başûr pirojeya Kurdistana mezin

Bakur û Başûr pirojeyê Kurdistana mezin amadekiriye
 
Rojnamevanê tirk Altemur Kilic di nivîseke xwe de ku, di malpera Kent Haber de weşandiye, aliyên siyasiyên bakurê Kurdistanê bi hevkarî digel Mesmûd Barzanî pilana avakirina dewleteke kurdî ama dikin:

“BDP, Qendîl, Abdula Ocelan û selahedîn Demîrtaş bi zelalî û eşkereyî dibêjin ku ji bajarê Exdir heta bajarê Hetayê axa Kurdistanê ye û Barzanî jî tekîdê li ser qorinêna wan dike.“

Rojnamevanê navborî dinivîse ku Kurd behsa avakrina Kurdistaneke yekgirtî dikin û Amerîka jî piştevaniyê li Kurdan dike û Tirkiye jî bêdeng e:

“Demîrtaş, PKK û Barzanî behsa sînorên Kurdistana mezin dikin û ji bo avakirina wê Kurdistana mezin pirojeyek amade kiriye. Lê, mixabin, tevî van hemû nûçe û daxuyaniyan jî, hikûmet deng nake û rêaksyon nîşan nade. Amerîka û dewletên zilhêzên cîhanê jî dixwazin ew Kurdistana mezin bê damezirandin. Li vir pirsa giring eve; Li hemberî vê pirojeyê Hikûmet çi dike?

Altemur Kiliç rojnemevaneke ku bi nijadperestiya xwe tê naskirin

Back to top button