
Cemal: Kurdistana mezin xewna hemû kurdan e
Hesen Cemal di nivîseke xwe de di rojnameya Milliyet a tirkî de dinivîse ku, xewna hemû kurdan Kurdistaneke serbixwe ye:
“ Gelek caran behsa wê yekê tê kirin; gelo Kurd xwewna bi Kurdistana mezin dibînin yan na? Ez dibêjim; belê eve xewna hemû kurdan e. “
Cemal di berdewamiya nivîsa xwe de dinivîse ku li Tirkiyeyê hebûna kurdan, zimanê, kultur û heta peyva kurd jî çendeha sala nayê qebûl kirin û bi xetên sor tên binav kirin:
“Ev ne ji bo dewletê xetên sor in, ne tenê li nav axa Tirkiyeyê li dijî kurdên Tirkiyeyê peyrew kiriye, lê li hember kurdên Îraqê jî peyrew kiriye. dewlet li dijî sîstema federalî yan otonomî bo kurdên Îraqê jî bû.“
Hesen Cemal sê xala dideyne ber hikûmeta Tirkiyeyê ku divê serdemê de ji bo çaresekirin apirsa kurdî bi cî bîne:
1- Deriyê demokrasyê ji bo kurdan veke daku, kurd bi rêyên demokratîk daxwaza mafên xwe bikin
2- PKK çekê xwe deyne û ji çiya bê xwarê
3- Li şûna şidetê behsa aşitî û siyasetê bikin
Camêr dibêje: ”Kurdistana mezin xewna hemû kurdan e”\nÇima xewn?\n\nDi van demên dawîn de, kî dema dinivîse, hema dibêje: ”Kurdistana mezin xewna hemû kurdan e.” \nMa di vê Sedsala Bîstî de bi milyonan Kurd ji bo azadiya Kurdistanê hatine kuştin, tev xewn bû? \n- Ma kes xwe ji bo xewnê dide kuştin? \n- Li mêjû binerin, ka kîjan neteweyê bindest xwe ji bo xewnê daye kuştin?\n- Çima ev mesele wisan bi awayekî xelet ketiye nava Kurdan?\n- Eger ”Kurdistana mezin xewna hemû kurdane” be, mala hemû Kurdistan ji niha ve xirabûye. Çimkî mirov hin caran tiştê pir xirab jî di xewnê de dibîne. \n- Ji xwe diyar e ku xewn, xeyal û fentezî ne. Mirov hin caran di xewnê de dibîne ku (biborin) mirov bi xwe ve dimîze jî. \n- Divê peyva ”xewn” û ”xeyal”an, wek mînak ji bo Kurdistanê neyên bikaranîn. Lewra ji 1803an ve heta niha, bi milyonan Kurd ji bo Kurdistanê cangûr bûne. Nexwe Kurdistana Mezin ne xewn e, ne xeyal e, lê daxwaz û vîna hemû Kurdan e. \n- Min tesbît kiriye, ew birayên me yên Kurd ku ji wan re ”cehş” jî tê gotin, dixwazin ku paseporta Kurdistanê di bêrîka wan de hebe û li dinyayê bigerin.