HDP û referanduma serxwebûna Kurdistanê

Di derbarê referanduma serxwebûnê li Kurdistana Başûr de, gelek cara parlementerên HDPê pişgiriya xwe dane xûyakirin. Heta civînek a gruba HDPê di parlementoya Tirkiye de, Osman Baydemir da xûyakirin ku ew wek parti pişgiriya referandumê dikin.Ji aliyek din gelek parlementerên HDPê di hinek bernameyên televizyonî de bi germi pişgiriya xwe ji bo referandumê didin xûyakirin. Bêguman ev yek cihê dilxweşiyê ye û herweha helwesta pêwist jî eve. Lê hinek parlementer û berpirsên HDPê li dijê dewletbûna Kurdistana Başûr axavtina dikin. Sebahat Tuncel eşkere dike ku ew dewletek serbixwe naxwazin û li dijê pêvajoya serxwebûna Kurdistana başûre.Ya heri girîn HDPê civîna xwe ya komiteya nawendi kir û di dawiya civênê de daxûyaniyek belav kirin ku xalek jê li ser referanduma Kurdistana Başûre. Di biryara xwe de, HDPê de dibêje: “ Li herêma Federala Kurdistanê, referanduma ku hatî rojevê li gora prensibê ku gel çarenûsa xwe kifş bike raste û li gora teamûlên demokrasiyê ye.Daxwaziya me ya herî mezin ewe ku, ev referanduma ji bo gelên Kurdistanî girîng , gerek zeminek baş hatibê pêkanin û amadevaniyek ku têrê bike hatibe kirin.Herweha demekî ku pêwistiya li darxistina kongereya netewî nehati pêkanîn û vê pêvajoyê de çêkirina referandumê dikare gelek arîşeyên din li gel xwe peyda bike. Em dixwazin vê têbiniya xwe jî li gel Raya Giştî parve bikin.“Ev biryara HDPê ya fermiye. Îro Kurdistana Başûr di pêvajoya referanduma serxwebûnê de ye. Yan mirov pişgiriyê dike yan jî li dije. Lê danina mercan bi xwe ji ne zelaliye û tê wateye ku dijitiya referandumê.Niha tê zanin ku, kemalistên Tirk û Kurd di nava HDPê de li dijê serxwebûna Kurdistanê ne û vê yekê vekirî dibêjin. Herweha di vê derbarê de dîtinên Qendil û desthilatdariya PKKê jî zelal e. PKK li dijê serxwebûnê ye û dê di referandumê de aligirên wan li Başûrê Kurdistanê bêjin NA. Ev bi daxûyaniyekî ragihandine.Mirov rewşa HDPê têdigihe, gelo HDP heta çi radeyê dikarê li dijê biryar û rênînên Qendil bisekine û bi îradeya xwe ya azad bibe xwedî biryar. Ji xwe pirsgirêka mezin ya HDPê ewe ku bi îrada xwe ya azad nikarin bibin xwedî helwest. Divê ev rastî bê dîtin.Ji beri çend roja li ser daxûyaniya serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di derbarê referanduma Kurdistanê de ku gotibû ku, dive kurd ji dev referandumê berdin û dewletek serbixwe ne pêwiste û behsa yekitiya axa Iraqê kirîbû. Parlementerê HDPê Osman Baydemir bersiva gotara Erdogan dide û dibêje: Tişta hun ji bo xwe rewa dibînin çima hun ji bo kurda rewa nabînin?Bê guman ev bersiva Baydemir di cih de ye. Lê pêwistbû ku Baydemir heman gotarê ji bo Qendil jî bide, divê Baydemir cesaret bike ku çewe bersiva Erdogan dide, bersiva Duran Kalkan, Riza Altun û berpirsên din yê PKKê jî bide. Ew jî tişta Erdogan dibêje bi awayek bi tundtir di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr de dibêjin.Dema rewş bi vî awayîbe, pirsa ku kesek di gotarên xwe de çikas samîmî û dûriste derdikeve holê.Ji xwe pirsgiraka HDPê û hinek parlementerên HDPê ev bi xwe ye.28.8.2017Dara Bilek