Nivîsar

Armanca hebûna PKKê li Şingalê

Hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê ji bo îdare û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi giştî û ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi taybetî belayeke mezin e û dibe ku bi hêceta bûna PKK li devera Şingalê, başûrê Kurdistanê bibe meydana şerê Tirkiye û Îranê û ew şer jî bi destê kurdan bê kirin û kurd bi xwe careke din berbin canê hev du.PKKê destê xwe xistiye nav destê çekdarên Şîye yên bi navê Heşda Şeibê ku ji aliyê Îranê ve tên îdarekirin û ew hêza çekdara Şîye fermanên xwe ji fermandarên hêza Pasdarên Îranê werdigirin. Ji bona PKK cîyê xwe li Şngalê qayîm bike pêwîstiya wê bi alîkariya Heşda Şeibî û Îranê heye, Îran jî vê yekê dixwaze ku bi alîkariya PKKê û Heşda Şeibê xwe bi hêsanî bigehîne wê deverê û ji wir ber bi Suyriye û Libnanê biçe. Bi alîkariya Îran û Heşda Şaibî, PKK kanton/ xweseriya demokratîk li devera Şinaglê ava diek. Helbet dewleta Trikiye jî bi tu awayî qebûl nake li Şingalê Kanton/Xweseriya Demokratîk di bin kontrola PKKê de hebe û bi vî awayî Şingal bi taybetî û başûrê Kurdistanê bi gştî dibe meydana pêkdadan û şerê berjewendiyên Tirkiye û Îranê û her yek ji wan welatan li gor parastina berjewendiyên xwe yên êkonomî û siyasî dixwaze ji hebûna PKKê li wê deverê îstîfade bike û cîyê xwe li wir çêke.Di vê navberê de hemû xelkê başûrê Kurdistanê zirarê dibîne, destkeftiyên gelê Kurdistanê yên bi xûna bihizaran şehîdan bidest hatine dikevin bin xeterê û jinavçûnê.PDK jî zirarê dibîne ji ber ku ew dever, devera Şingalê, hema bêje bi tevayî endam, alîgir û cemawerê PDKê ye, pêşmergeyê devera Şinaglê ji bin destê DAÎŞê rizgar kirî û niha wê deverê diparêze piranî hêzên pêşmerge yên ser bi PDKê ne.

Back to top button