Civak

HDP rê ji Kiliçdaroglu re vekir

Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de ye, ragihand ku ewê ji bo hilbijartinên Serokkomarî yên 14ê Gulanê namzetan diyar nekin.

Tifaqa Ked û Azadiyê, ku ji HDP, TÎP û EMEP’ê ji 6 partîyên siyasî pêk tê, di civîna xwe ya dawî de biryar da ku di bin navê tifaqê de bikeve hilbijartinê û ji bo hilbijartina serokkomarîya ku wê di 14ê 2017an de bê kirin namzetên xwe diyar nekin.

Li ser navê Tifaqa Ked û Azadiyê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan daxuyanî da û got, “Emê berpirsyarîya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Em diyar dikin ku emê di hilbijartinên Serokkomarîyê de namzetan diyar nekin”.

Bi vê biryarê êdî rê ji Kemal Kiliçdaroglu re vebû û îhtîmala ku Kiliçdaroglu li bember Erdogan di tûra yekem de qezenc bike û bibe serokkarê 13.mîn zêdetir bû.

Back to top button